Mihrîcan’a Şehîd berçem Kobanê dest pê kir
Îro li bajarê Kobanê a herema Firatê mihrîcana 2’mîn a Şehîd Berçem bi diruşmeya “Emê bi tîrêjên rojê re hûnera jin geş bikin” bi meşekê despêkir.
Hêjayî gotinêye ku Navê mihrîcanê xwe dispêre Şehîd Berçem Efrîn ku di pêşxistina hunera jinan de roleke mezin lîstiye. Berçem Efrîn di 1974’an de li navçeya Racoya Efrînê ji dayik bûye. Ew di nava malbateke ku bi koka xwe welatparêz in de çavên xwe li jiyanê vedike. Berçem li gel malbata xwe li bajarê Helebê dijîn û li wir têkoşîna ku Tevgera Azadiya Kurdistanê da bû destpêkirin, nas dike û beşdar dibe.
Berçema ku xwedî taybetmendiyên hunerî û dengekî zîz bû, di 1988’an de beşdarî koma Agirî ya muzîkê dibe. Bi vê gavê re ew di warê hunerî, siyasî, çandî û bîrdozî de xwe bi pêş dixe û kesayeta xwe weke jineke hunermend saz dike. Piştre di 1992’an de biryar dide û beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Têkoşer Berçem Efrîn aliyê xwe yê şoreşgerî û hunerî bi hev re bi pêş dixe û di vî warî de mohra xwe li hunera Kurdî dide
Mîhrîcan ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê li darxistin.
Mîhrîcana îro seat di 10.00’an de bi meşeke hunerî dest pê kir, bi kombûna zêdetirî 400 jin, hûnermendên jin yên pêkhateyên kurd ,ereb ,Turkmen ,çerkez ,ermen û sûriyan, Bi dehan endamên Tevgera Hîlala Zêrîn ji Qada Jina Azad a li naverasta bajarê Kobanê heya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi durişmeya “Jin Jiyan Azadî, “bê Serok jîyan nabe” meşiyan.
Her wiha bi dehan wêneyên ku ji aliyê jin ve hatin xêzkirin hatin daliqandin, , di naveroka xwe de rastiya jinan ku ji aliyê pergala mêr-dewlet ve hatiye berovajî kirin pêşan dide. Bi taybet tabloyên weke ya pêşenga serhildana “jin, jiyan, azad” Jîna Emînî, her wiha tabloya ji keziyên rast ya jinan, şervanên YPJ’ê û xemla jinan vê yekê teqez dike.
Piştî deqeyek rêz girtinê axaftin, ji aliyê endama komîteya amadekar a festîvalê Şêrîn Reşîd ve hat kirin
Şêrîn Reşîd dîyarkir ku ew di bin sîya şehîdan de govend û dîlanê xwe digrin, çanda xwe jîyan dikin û wê her tim rêya şehîdên xwe de berdewam bikin.
Şêrîn Reşîd anî ziman ku hunera ku xwe dispêre tezên Rêber Abdullah Ocalan wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geş bibe û têkiliyên di navbera gelan de bi hêz bibin.
Her wiha Şêrîn Reşîd da diyarkirin ku Jin çande, jin civake, jin jîyane û got:” tu kes nikare me çanda me cil û bergê me qut bike.”
Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Berçem Efrîn û danasîna mihrîcanê hat pêşandan.
Piştre ji aliyê koma Şehîd Darsîn, Koma Ararat û Koma Şehîd Sakine ve şano hatin pêşkêşkirin.
Bernameya festîvalê wê seat 18.00’an bi konserên mûzîkê li qada Şehîd Egîd dewam bike.
Piştî sînevîzyona Rêberê gelan Abdullah Ocalan, wê ev bername were peşkeşkirin.
1-) Koma cudî a jin (kantona Qamişlo)
2-) Koma Stêrk a zerîn (kantona Qamişlo)
3-) Hunermend Zeyneb Îshaq (pêkhateyên çerkes a kantona Minbic)
4-) Koma Şehîd Berçem (kantona Efrîn-Şehba)