Çand û HûnerNûçeSlide

Roja yekemîn a Festîvala Şehîd Berçem bi dawî bû

Di roja yekemîn a Festîvala Şehîd Berçem de 6 tîmên hunerî bernameyên xwe pêşandan.

2`yemîn Mîhrîcana Şehîd Berçem bi dirûşma “Bi tîrêjên rojê hunera jinan geş dibe” vê sibê bi meşeke hunerî ji Qada Jina Azad heta Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kiribû.

Ji tevahî komên çandî û hunerî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 450 jin beşdarî festîvalê bûne.

Di roja yekemîn de li hola navendê bi dehan tablo û berhemên destan û têkildarî jiyana şehîd Berçem sinevizyonek hate pêşandan.

Li hola Navenda Baqî Xido ku bi dehan kes  amade bûne, axaftin ji aliyê endama komîteya amadekar a festîvalê Şêrîn Reşîd ve hat kirin. Dûre koma Şehîd Darsîn a ji bajarê Hesekê şanoya bi sernavê “Zend”, koma Ararat a pêkhateya Ermen şanoya bi sernavê “Haa”, koma Şehîd Mizgîn a ji Hesekê şanoya bi sernavê ” û koma Şehîd Sakîna ya ji Kobanê şanoya bi sernavê “Keziyên jinan” pêşandan.

Di bernameya êvarê de ku li qada Şehîd Egîd ya li navenda bajarê Kobanê bû stranên gelêrî û govendên ji çandên cuda serwer bûn.

Qada ku bi wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin, bi hezaran ji şêniyên Kobanê ji zarok, ciwan, jin, sazî, rêxstin û tevgerên li kantonê  bi gireseyî amedebûn.

Di destpêkê de sînevezyonek ji perespektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku mihrîcana diyarî wê tê kirin, hat nîşand

Piştrejî endama meclisa Tev-Dem Ruken Ehmed dawetî ser dikê hat kirin û got: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku jin bi çand û hunera xwe bijî, têkoşîneke mezin nîşan da. Wî jina kurd kir, siyasetmedarek, leşkerek û hunermendek. Ev festival di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Ji vir em dibêjin, yekitiya gelan yekitiya hunerê ya bi pêşengiya jinan e.”

Festival bi stranên koma Cûdê û Stêra Zêrîn a ji Qamişloyê û hunermenda ji pêkhateya Çerkez Zeyneb Ishaq ku ji Minbicê tev li festîvalê bûye, berdewam kir.

Hunermend Bermal Çem bi qeydeke dîmen tev li festîvalê bû û komên hunerî yên ji Ermenistanê berhemên xwe pêşandan.

Roja yekemîn a festîvalê bi berhemên koma Şehîd Berçem a ji Şehbayê, koma Vejîn a ji Helebê û koma Palmîra ya ji bajarê Reqayê bi dawî bû.

Sibe wê komên hunerê dê gelek berhemên cuda pêşan bidin.

Related Articles

Back to top button