Arşîv

‘Jin ji bo li ser piyan bisekinin kedek mezin didin’

HESEKÊ – Jinên gundan, jinên afrîner, xuliqkar û ji jiyanê hez dikin û didin hezkirin jî her di nava têkoşînê de ne. Kevokê Cacan ku piştî çinîna ceh û genim niha dest bi berhevkirina pûş dike têkoşîna ji bo li ser piyan bimîne didomîne. Kevokê dibêje:”Jin ji bo li ser piyan bisekinin kedek mezin didin. Ev yek jî dibe sedema pêşketina civakê.”

Di demsala çandiniyê de di zeviyên ceh û genim de gelek şewat rû dan. Bi hezaran hektarên ceh û genim şewitîn û ji çavên cotkaran şûna rondikan xwîn bariya û dilê wan jî şewitî. Gelek kesên ku erdê wan neşewitî bi lez û bez berhev kirin. Jinên gundan di navbera wan û xwezayê de tiştekî ruhî heye, pir nêzî hevin û sûdê didin hev jî. Piştî çandiniya zeviyan jinan dest bi berhevkirina pûş kirin. Kevokê Cacan 58 salî ye ji gundê Til Necmê yê girêdayî Navçeya Til Temir e û ev çend rojin dest bi berhevkirina pûş kiriye.

‘Tu şev û roj kar bikî ne hêsan e’

Kevokê dibêje di rojê de ew 8 saetan dixebite û wiha dom kir: “Dema ku zevî tê çandin, em dest bi berhevkirina pûş dikin ji ber gelek sûdê dide me û him jî di aliyê aborî de jî alîkarî ye. Pûş piştî ku tê kutandin dibe ka jî ji bo xwarina ajalan. Her wiha ji bo avakirina malên erebî jî tê bikaranîn di heman demê de ka li ser beşta dikirin da ku dema baran dibare dilopa neke.”

‘Ji pûş mal, best, xwarina ajalan, kum û selikên xwarinê jî çêdibin’

Kevokê diyar dike ku ji qeselên pûş kum jî çêdibin û wiha dewam kir:”Ji qeselên pûş ên hişk kumên di demsala havînê de tê lixwekirin çêdibin. Jê selikên xwarinê jî ava dibin. Niha kîloya ka bi komek pere nayên kirîn û her malbatek rewşa wê ya aborî jî ewqas ne baş e. Ez 8 saetan pûş didim hev û tiliyên min hemû dibin sitirî û bi şevê ez xweş ranazêm jî ji ber pişt û piyê min pir diêşin. Berhevkirina pûş ji bo aboriya malê jî baş e.”

‘Her ez di nava metirsiya agir vêxistinê de bûm’

Kevokê metirsiya xwe ya îsal bi berhevkirina pûş wiha bi bîr dixe:”Di vê demsalê de heta ku min pûş da hev her ez di nava metirsiyan de bûm. Her gavê agir bi zeviyekî diket û min digot yezdanê dilovan tu avekê bi ser vî agirî de bireşînî. Dema ku agir pê diket min jî bi welatiyan re vedimirand da ku zirarê nede zeviyê xelkê û pûşê min.”

‘Pûşê genim ji yê ceh baştir e’

Kevokê ferqa di navbera pûşê ceh û genim anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Gelek gîhayên nebaş bi zeviyê ceh û genim re derket loma niha ez zehmetiyan dikşînim. Pûşê genim ji yê ceh baştir e ji bo ajalan. Tenekak pûşê genim mîna çewalek ji pûşê ceh e. Divê jin jî xwedî li keda xwe derkeve û tiştê baş ji yê ne baş cuda bike.”

Back to top button