Çand û HûnerNûçeSlide

Mîhrîcan’a şehîd Berçem roja xwe ya 3’mîn bi dawî kir

Mihrîcana Şehîd Berçem roja xwe a 3’mîn li Bajarê kobanê a herema fîratê beşdar buna 450 jin ve bi coşeke mezin dawî kir.

Mîhrîcan 2’yemîn a Şehîd Berçem bi dirûşma “Bi tîrêjên rojê hunera jinê geş dibe” di roja xwe ya 3ʹyemîn de li  Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê dawî kir. Mîhrîcan ji aliyê Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ve hatiye lidarxistin.

Roja 3’mîn de bi beşdarbuna komên şehîd Ronahî, Şehîd Sosin Bîrhat, Şehîd Sînan, Şehîd Hevrîn, Şehîd Şîlan, Artsax û Leyalî Işrîn hat pêşkêşkirin, her wiha govend jî hatin pêşandan..

18:30’an de şahi li Qada Şehîd Egîd ji alîyê hunermendê Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xulamî û hunermend Sîham Nebo, Mizgîn Girbawî û komên şehîd Hêlîn Cûdî, şehîd Delîla, şehîd Hêzil û koma Dayikan hat pêşkêşkirin.

Her wiha helbest ji alîyê Xelîta Husên û Meryem Temr ve hatin xwendin

Sempozyûmek bi navê Çand û Hunera Jinê, Wêjeya Jinê û Rola Rêbertiyê ji aliyê Mizgîn Gulak, Şêrîn Reşîd û Botan Hoşî ve hate lidarxistin

Mîhrîcan dê sibê (9’ê Îlonê) bidome.

Related Articles

Back to top button