Arşîv

“Ji bo jinan zayîna bi tendurist a xwezayî ye”

QAMIŞLO – Rêvebera beşa tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad a Rojava bi armanca hişyarkirina jinan a derbarê zayîna qeyserî û xwezayî des bi xebatan kir. Weqfa jinan bi semîner, sinevîzon û civînan jin hişyar kirin.

Di nava civakê de hejmara zayîna qeyserî (sezeryan) zêde bûye, ev yek jî bandoreke neyînî li ser derûniya jinê û zarokan dike. Bi vê armancê Weqfa Jina Azad a Rojava dest bi hemleya hişyariya jinan kir. Têkildarî mijarê Rêvebera beşa tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad Şîlan Belo û hemşîreya jinan Melka Hesaf ji ajansa me re axivîn.

‘Bandora zayîna keyseriyê nizanin’

Şîlan Belo bal kişand ser pêwistiya jinan bi hemleya hişyarkirinê ji bo zayîna qeyserî û wiha got: ” Ji sedî 70’ê jin di van deman de baweriya wan bi zayîna qeyîserî zêdetir tê. Ji ber ku bandora zayîna keyseriyê nizanin. Di vê hemeleya ku me daye destpêkirin de em ê bi rêya civîn, biroşûr, sinevîziyon û sermîneran xwe bighînin jinan û bandora cureyên zayînê ji jinan re ragihînin.”

‘Zayîna qeyserî bondara neyînî li ser jinê dike’

Hemşîreya zayînê ya girêdayî Weqfa Jina Azad a Rojava Melka Hesaf jî sedema pirbûna zayîna qeyserî wiha anî ziman: “Dayikên berê zarokên xwe xwezayî dianîn dinê û bêyî ku biçin nexweşxaneyê digotin. Lê niha ji ber bandora kapîtalîzimê jinên ku zarok dînin dinê naxwazin fîzîka wan xerabibe. Ev yek di demên pêş de bêtir derketiya holê. Dema ku jin zaroka xwe bi xwezayî tîne dinê, di nav du rojan de êşa wê diçe û piştre rihetir şîr dide zarokê xwe. Her wiha bêhtir hez zarokê dike. Jina ku zayîna qeyserî zaroka xwe tîne nikare şîr bide zaroka xwe. Heta 15 rojan bedana dayikê baş nabe û nikare hereket bike.”

Melkayê wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Hêvîdar im ku ev hemle bandorekê li jinan bike. Jin zayîna xwezayî û qeyserî baş nas bikin. Bandora wê ya li ser bedena xwe baştir fêm bikin. Ji bo ku tenduristiya xwe biparêzin.”
823x463cc-qamislo-28-07-2019-nerin-weqfa-jin-azad-bandor-zayin-qeyseri-silan-manset

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27