Hêzên Şîe yên li Parlamentoya Iraqê ji bo guhertina zagona rewşa kesane pêşniyarek pêşkeşî parlamentoyê kir. Pêşniyar mafê xwedîtiyê ji dayikan distîne û zewaca zarokên 9 salî rewa dike.
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê û Rêxistina Sterk a Parastina Mafên Zarokan bi Beşdarbuna bi dehan xwendekarên keç li Dibistana Mazin Hisên a li taxa Miftî ya li bajarê Hesekê, projeya parlemtoya Iraqê a zewicandina zarokên keç ê 9 sali de ku bi armanca zarokatiya wan ji bêpar bike û jiyana wan tehdîd bike, bi daxuyanîyekê şermizarkir.
Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê xwendekara bi navê Aya Ahmo ve hate xwendin
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin
“Zewaca keçên temen biçûk binpêkirina mafên mirovan e û tevî yasayên dijî wê jî, ev kiryara xirab hîn jî berbelav e, ji ber ku parlamentoya Iraqê yasayek ji bo zewaca keçên heta 9 salî pesnîyar kiriye û ev yasa dê bandorên xirab li ser mafên jinan û keçan ên ku li gorî qanûnên navneteweyî hatine garantîkirin û binpêkirina prensîba wekheviyê li gorî qanûnên iraqî û rakirina parêzbendiyên ji bo jinberdanê û zewaca zarokan, zarokên keç dixe ber xeterîya tundûtûya zayendî û fîzîkî. encamên cidî li ser tenduristi û jîyana wan bixe metirsîyê.”
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û parastina mafê mirovan hat kirin û wiha hat gotin: “Em weke Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê û Rêxistina Sterk a Parastina Mafên Zarokan û Karûbarên Zarokan, bi tundî vê biryarê red dikin û bang li hemû rêxistinên navneteweyî, medyayî û mafên mirovan ên ku îdîaya parastina mafên mirovan dikin erka xwe ya mirovî bi cih bînin û vê biryara ku ji bo binpêkirina mafên zarokan û îradeya jinan tê xwestin red bikin”