Mîhrîcana şehîd Berçem bi coşeke mezin dawî bu
Mîhrîcan’a şehîd Berçem a Çand, Huner û wejeya Jinan, li herema Firatê a bajarê Kobanê bi coşeke mezin roja xwe a dawî pêşkêşkir.
Mîhrîcan bi dirûşma “Bi tîrêjin rojê hunera jinan geş dibe” ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve hatiye organîzekirin, di roja xwe ya 4’an de Mihrîcan bi dawî bû.
Mîhrîcan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê bi beşdarbuna Jin Zarok, û sedan kesan ve 4 rojan berdewamkir.
Bernameya roja 4’mîn a dawî de xwendina helbestan ji aliyê helbestvan Xalîte Hisên û Meryem Temir ve hatin pêşkeşkirin. Piştre sempozyûmek bi navê “Çand û huner, wêjeya jinan û rola Rêber Abdullah Ocalan” hat lidarxistin. sempozyûm ji aliyê Mizgîn Çolaq, Şêrîn Reşîd û Botan Hoşê ve hat birêvebirin.
Her wiha Mîhrîcan Evarê saet 18.00 li Qada Şehîd Egîd berdewamkir û hunermend Munetullah Xemîs û Nesrîn Botan stran gotin. Koma Şehîd Barîn, Koma Şehîd Heyfa, Koma Şehîd Alanya, Koma Şehîd Delîla û Koma Şehîd Nalînd jî stran û govendan pêşkêşî kirin.