Arşîv

3’emîn pêşengeha pirtûkan bi belav kirina xelatan bi dawî bû

QAMIŞLO – 3’emîn pêşengeha pirtûkan a Herekol bi belav kirina xelatan bi dawî bû.

Her sal di 20’ê tîrmehê de bi armanca bîranîna têkoşer Hisên Şawîş (Herekol) Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê pêşegeha pirtûkan li dar dixe. 3’mîn pêşengeha pirtûkan a Herekol bi belav kirina xelatan li hola Zana ya bajarê Qamişloyê bi dawî bû.

Xelat ji aliyê Komîteya Amadekar ya pêşengehê Sarya Mihemed, Rewda Hesen û Neîma Mûrad ve hatin belav kirin. Xelata destpêkê li dayika Herekol hat radest kirin, her wiha xelat li pirtûkxaneya Amara ya Herêma Cizîr û nivîskarê biçûk yê bi temenê xwe 14 salî Xelîl Mûsa yê ji Efrînê hat belav kirin. Piştî xelatan pêşengeh bi gerandina govendê bi dawî bû.

Amedekariya pêşangehê 2 meh dom kir û 43 sazî û pirtûkxane bi pirtûkên xwe beşdarî pêşangehê bûn, hêjmara pirtûkan îsal gihaştibû 12 hezar pirtûkan. Her wiha 8 hezar û 500 pirtûk jî bi sernavên cûda di pêşangehê de cih girtin. Her wiha ji Başûr, Bakurê Kurdistanê, Efrîn, Şehba, Kobanê, Tebqa û Şamê gelek mêvan bêşdarî pêşengehê bibûn.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27