Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî ku di encama qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî bi destê polîsên exlaqê e Îranê, di 16`ê Îlona 2022`yan de dest pê kir û ruxmî her cure zext û zulmdarîyê hîna jî berdewam dike.
Kongra Star bi boneya Salvegera 2’yemîn a qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û destpêkirina Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyanîyeke nivîskî da û dîyarkir ku tevî bedêlên giran jî wê bi fikir û felsefeya Jiyana Azad, Netewa Demokratîk li ser axa Rojhilata Navîn bidin jiyîn.
Daxuyanî wiha ye: “Em, wek Meclîsa Kongra Star di salvegera bûyera JINA EMÎNÎ ya ku têkoşîn û raperîna xwe bi şoreşa keziyan ve da berdewam kirin û bi şîyara “JIN JIYAN AZADΔ ve deng veda û li cihanê bû sembola têkoşîna hemû jinan bibîrtînin; û di oxira rêya azadiyê de emê her tim bibin şopdarê berxwedanî û têkoşîna azadiya jinan û em ê her dayîm bibin parazvanên avakirina jiyana azad. Em li hember hemû polîtîkayên tacîz,kuştîn, îmha û darvekirinên jinan xwedî helwestên mezin in…
Kongra Star destnîşankir ku felsefaya ku Rêberê gelan Abdullah Ocalan ji bo Jin afirandîyi, hemû cîhanê de bu ahenga tekoşîn û berxwedanîyê û wiha domkir: “ Mimarê şiyara “JIN JIYAN AZADΔ ya ku Rêber Apo jibo azadiya jinan afirandibû, di kêliya berxwedaniya bûyera JINA EMÎNÎ’ de ew şiyar bû qêrîn û dengê jinên serhildêr û ev felsefe teyîsî hemû cihanê û bû dengê dilê hemû dinyayê. Di her kêliya jiyanê de bû yek deng, yek rih û bû ahenga melodiya têkoşîn, berxwedan û azadiya jinan…
Duyemîn salvegera şoreşa keziyan de êrîşên dewleta Îran’ê bi awayeke dijwar berdewam dike û bi kiryarên darvekirinê ve dixwaze vê berxwedaniyê bisekinîne. Disa, ser têkoşîn û berxwedaniya JINA EMÎNÎ re du sal derbasbûn û di nava du salan de gelek jin, zarok û dayîk hîn jî ji destê sîstema Kapîtalîzmê û dewletên desthilatdar bi awayeke dijwar û hovane jana giran dikşînin, êş û birînên kûrtir jiyan dikin.”
Kongra Star balkişant li ser berxwedanîya jinên ji alîyê deshilata Îranê ve dîl hatini girtin û wiha lê zêde kir: “Zihnîyeta baviksalar a cinsiyetparêz û desthilatdar hîn jî bi awayeke tund şîdeta xwe taybet li ser jinan û li ser hemû civakê pêktînin. Di encama vê raperînê de li dadgehên Îranê’ de bi dehan jin hatin girtin, hatin îşkencekirin û biryara îdamê li wan hatin birîn. Hin ji wan jinan weke Paxşan Ezîzî jiber di çapemeniya azad de heqîqeta dewleta molla ya îranê anîn ziman, cezayê îdamê li wan hatine birîn.
Lê belê li hemberî van pêkanînan jinên berxwedêr û azadîxwaz têkoşîna xwe didomînin şiyara “Jin Jiyan Azadî” li her meydanê bang dikin û diqîrin. Weke li Hindîstanê di bûyera tecawûz û kuştina jina doktor de bi hildana pankarta dirûşmeya JIN JIYAN AZADİ balkişand û deng veda. Di bin banê vê durişme de hemû jinên cihanê bûn yek deng…
Kongra Star da zanîn ku ew bi tevî hêza xwe a (Yêkîneyên Parastina Jin) YPJ ve ji bo jinên cîhanê dibin hêvîya azadîyê û wiha got: “Di nava Şoreşa Rojava de bi parastina xwe ya cewherî û tevî hêza xwe ya YPJ’ê ve paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê diparêzin û didin avakirin. Em weke Meclîsa azadiya jinan, Jibo hemû jinên bindest, dibin hêviyên Jiyana Azad û dibin deng û rengê Şoreşa Jinan.”
Kongra Star teqez kir ku bi rexistinbuyîn û tekoşîna Jinan ve wê ber Şoreşa Neolîtîkê ve biçin û wiha lê zêde kir: “Li ser axa mezopotamyayê bi rêxistinbûyîna jinan ve dîroka Şoreşa Neolîtîkê wê careke din bê zîndîkirin. Ev yek bi dengê JINA EMÎNÎ ve bû “JIN, JIYAN, AZADΔ û xwe gihand şoreşa keziyan û bû dengê bi hezaran jinên serhildêr, têkoşînvan û berxwedêr. Ev deng di her çeperekî şer de bû fîşekên giran bûha û dilê dijmin de teqiyan. Deng dide olan, tarûmar dike qanûnan, teşhîr dike şîdeta zihniyeta zilaman.
‘Ji gava azadiya “JIN, JIYAN, AZADΔ weger tuneye’
Bila Dinya alem bizanibe! Ji gava azadiya “JIN, JIYAN, AZADΔ weger tuneye, jinan serî hildaye û perspektîfa mîmarê Azadiyê ve sedsala 21. em ê bikin sedsala azadiya jinan. Di şoreşa Rojava de Em wek Meclîsa Kongra Star dibêjin: “Jin Jiyane, Jiyanê Nekûj e” emê berxwe bidin, têbikoşin… wekheviyê û adaletê di her qada jiyanê de pêkbînin.”
Kongra star wiha bi dawî kir: “Em wek Meclîsa Kongra Star Salvegera bûyera Jîna Emînî bibîrtînin, kiryar û polîtîkayên zihniyeta baviksalar şermezar dikin û emê li hemberî vê zihniyeta qirêj têkoşîn bikin, tevî bedêlên giran jî emê fikir û felsefeya Jiyana Azad , Netewa Demokratîk li ser axa Rojhilata Navîn bidin jiyîn.”
NIKARIN ÎRADEYA JINÊN AZAD Û BERXWEDÊR BIŞKÎNIN