DaxuyanîNûçeSlide

Bi Jin Jiyan Azadî em ê Asta Têkoşîn û Berxwedanê Bilind Bikin’

Bi boneya salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Kongra Star li Qamişlo daxuyanî da û got: “Bi Jin Jiyan Azadî em ê asta tekoşîn û berxwedanê bilind bikin û Şoreşa Rojava bikin malê hemû jinên cîhanê."

Di 16’ê Îlona 2022’an de Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ yên Îranê ve bi hinceta ku porê wê xuya dikir hat qetilkirin. Piştî bûyerê li Îran û Rojhilatê Kurditanê bi pêşengtiya jinan serhildana “Jin Jiyan Azadî” dest pê kir. Serhildan li hemû cîhanê deng veda û bû banga têkoşîna jinê ya li hemberî desthilatdariyê. Bi vê boneya salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” Kongra Star li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyeke çapemeniyê da. Daxuyanî bi tevlîbûna dehan endamên Rêxistina Kongra Star û xwendekaran li ber Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner hat xwendin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Kongra Star ya kantona Qamişlo Ibtîsam El-Huseyînî ve hat xwendin wiha bû:

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin  .

“Bi hezarê salan, jin hatiye kolekirin, pişaftin, tunekirin , qirkirin û dagirkirin bi destên sîstemên zayendperest, olperest,netewperest û nijadperest ku jinê ji nedîtî ve dibînin û li gorî bercewendiyên xwe bi kar tînin. Bi hezarê salan jin wekî mete hatiye dîtin û hesbandin, bê deng û bê reng di jiyanê de hatiye hiştin û paşguhkirin , bê rol û misyon di civakê de hatiye fetsandin. Ji ber vê civak di dirêjiya dîrokê ve bi yek alî, yek fikir û zihniyetê hatiye birêvebirin”

kongra star balkişand li ser hewldanên zîhnîyeta baviksalarî û wiha domkir: “Ev jî bûye sedema çînayetî, zordestî, xizanî, qirkirin, birçîbûn, şer û pevçûn li gel wê , pişaftina çandan û dagirkirina civakan û bi taybet netewa jin. Ji ber ku ev sîstemên kapîtalîst û desthilatdar baş dizanin wê bi azadiya jin, cewherê jin û zanista jinê dika desthilatdar wan  bikeve metirsiyê û ji hole rabe, ji ber wê bi hemû rê û rêbazan hewl didin ku koletiya xwe li ser Jinê berdewam bikin. ji ber ku bi koletiya jinê civak hemû kole û bin dest dibe.”

Di metina daxuyaniyê de wiha hate gotin:”Ji ber vê ji salên dirêje jinên pêşeng di çiyayên azad de ku ji bo azadiya Jinên cîhanê, gelê kurd û mirovahiyê tekoşîn dikin û li ber xwe didin, tên armancgirtin”

her wiha kongra star bal kişand di  ser  şoreşa jin di rojavayê Kurdistanê de û wiha got: “careke din bi destên dewleta Tirka dagirker û hevkarên wê jinên berxwedêr û leheng tên aramancgirtin.

ne tenê di rojavayê Kurdistanê de, lê belê di her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê de, bi taybet serhiladana jin jiyan azadî ku çirûska xwe ji şoreşa Rojava girt, piştî kuştina keça kurd Jîna Emînî ku bû qurbana vê sîstema zayendperest  hewl dide bi ferzkirina lixwekirina dismalan mejiyê jinan tarî bike û bê rol bihêle.

Lê belê li hemberî van kiryaran jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê rabûn ser piyan û şoreşa jin jiyan azadî bi fikir û felsefeya Rêber APO dest pê kirin û belavî hemû bajarên Îranê kirin, ne tenê Îran ev durişme cîhanî bû û bû ilhamek ji hemû jinên cîhanê re her wiha fikir û felsefeya Rêber APO tekez kir ku sedsala 21,ê wê bibe sedsala azadiya jin. Ji ber vê bi dihan jinên ku rabûn ser piyan û li hemberî sîstema Îranê serî hildan hatin girtin û cezayên darvekirinê li ser wan hat birîn .Mîna Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî, Şerîfa mihemedî û bi dihan jinên ku li hemberî tinekirina jinan tekoşînê didin meşandin.”

daxuyaniyê de hat diyar kirin ku armançgirtina rojnemegerên jin û zarokên keç sucê li dijî mirovahîyê ye û got: “Li başûrê Kurdistanê armancgirtina jinên rojnemevan heval Gulîstan , Hîro, Nagîhan Akarsal, li Parîsê Sakîna Cansis, Evîn Guyî, li Bakur bi dihan jinên perlemanter ên ku pêşengtiya civakê bi zhiniyeta jin û li hemberî zihniyeta zilamê serdest ku heta zarokên mîna kulîlkên biharî Narîna delalî bi destên vê zihniyetê ji jiyanê hat qutkirin,  li rojavayê Kurdistanê Hevrîn, Zeyneb, Jiyan Tolhdilan, Rîhan Amûdê, Yusra Derwîş, Xalîda Mihemed, Sîwan Fatimê û hwd li hemberî vê zihniyetê tekoşîn û berxwedan kirin û şehîd bûn. Her weha jinên Efxan û Hindistanê bi dirûşmeya jin jiyan azadî serî radikin û li ber xwe didin.

Em jî wekî Kongira Star di rojavayê Kurdistanê de, 2 yemîn selvegera şoreşa jin jiyan azadî silav dikin û hemû şehîdên ku di vê oxirê de şehîd bûn bi minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em  şopa wan berdewam bikin û xewin û xeyalên wan pêk bînin.”

kongra star bang li  hemû jinên azadîxwaz, rêxistinên jinan û hemû jinên kir û got: “ku ji bo azadiya xwe têdikoşin piştgiriyê bidin kampaniya ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê, her weha  piştgiryê bidin kampaniya azadiya fîzîkî ya Rêber APO û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî ji ber ku encex teza Rêber APO dikre bibe kilîta çareseriya hemû pirsgirêkên ku mirovahî û di serî de jin jiyan dikin  her weha ev sîstemên qirker tu carî nikarin bi dîlgirtin, işkence û biryarên darvekirinê me ji  xeta bilindkirina asta tekoşîn û berxwedanê bihêlin  gavan bi paş de bidin beruvajî wê em ê asta tekoşîn û berxwedanê bilind bikin û şoreşa Rojava bikin malê hemû jinên cîhanê.”

daxuyanî bi durişmeya  ‘jin jîyan azadî’ şehîd namirin bi dawî bû

 

Related Articles

Back to top button