ÇalakîNûçeSlide

‘bi yekitîya xwe emê şoreşa Jin Bikin malê jinên cîhanê’

Kongra star bi boneya 2’yemîn salvegera qetilkirina jîna eminî û serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ li bajarê Kobanê mitîngek lidarxist.

Kongra Star bi mebeta salvegera serhildana “Jiyan Jiyan Azadî” ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Îran û li  Rojhilatê Kurdistanê destpê kir û li cîhanê belav bû.

Ji bo bîranîna Jîna Emînî û salvegera  duyemîn serhildana Jin Jiyan Azadî Bi dehan jin li bajarê Kobanê li qada jina azad li hev kombun û şanoyek ku destdirêjîya li ser kezîyên jinan, ji alîyê  tevgera çand û hunerê ve hate pêşkeşkirin

piştî deqeyekî rêz girtinê daxuyanîyeke devkî ji alîyê rêveberîya tendûrîstî Xûnav xelîl ve hat dayîn

Rêveberîya tendûrîstî Xûnav xelîl di Duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de wê bi bîr xist û got: “Duyemin  salvegera jîna eminê bi bêrtînin, Şoreşa jin jîyan azadî bi birtinin û li hemû jinên cîhanê ,jînên tekoşer ,jinên ku di vê tekoşîne de şehît ketine de pîroz dikin. Ev şoreş piştî Jîna Emînî ku bi hinceta pore wê ne nixumandiye bi îşkencê hate qetilkirin despêkir, ew buyer bi xwe serhildanek bu.

Xunav Xelîl da zanîn ku felsefeya ku Rêberê gelan Abdullah Ocalan ji bo Jin afirandibû hêvî ji bo hemû Jinên cîhanê ye û wiha pê de çû”Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin û piştî qetilkirina Jîna Emînî bûye qêrîn û dengê jinên  serhildêr û li tevahî cîhanê, bu ahenga têkoşîn û berxwedana azadiya jinan”

Mitîng bi durişmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘ Bijî Serok APO’ bi dawî bû.

 

Related Articles

Back to top button