Arşîv

‘Jin hêza çareseriyê ye divê ji diyalogê neyê dûrxistin’

GIRÊ SPÎ – Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Rêveberiya Xweser li Eyn Îsa kir. Di serdana navbera her dû aliyan de ev tişt hat gotin:”Meclisa Jinên Sûriyê wê bibe dengvedana rastî, heqîqet û têkoşîna tevahî jinên Sûriyayê, dive jin ji diyalog çareseriya alzoiya Sûriyê neyên dûrxistin.”

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji gelek sazî, rêxistên jinan û jinên ser bixwe pêk tê, di 14’ê Hizêrana 2019’an de hat avakirin. Ev demeke meclisê dest bi serdana sazî û dezgehên jinan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha tevahî jinên ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn kiriye. Meclisa Jinê di çarçoveya van xebatên xwe de li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Navçeya Eyn Îsa ku girêdayî Kantona Girê Spî ya Herêma Firatê ye civiya. Hevserokên desteya rêveber Bêrîvan Xalid û Ebd El-Mihbaş heyeta ku ji jinên meclisê pêk dihat pêşwazî kirin.

‘Meclisê xwe gîhandiye hemû jinan’

Endama Koordînisyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stêra Qasim armanc û hedefa ji serdanê her wiha xalên ku di rêziknameya pergala meclisa jinê de hatine diyarkirin rave kir û wiha got: “Armanca avakirina Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhialtê Sûriyê ku em bibin dengê tevahî jinên Sûriyê û hîn zêdetir yekîtiya jinan, rol û misyona wan di nav rêxistin û têkoşîna li dijî hişmendiya mêr xurtir bikin e.”

‘Divê jinên Cîhanê ji tecrûbeyên jinên Sûriyeya Demokratîk sûdê bigirin’

Stêrayê diyar kir ku ew dixwazin têkoşîna wan di Şoreşê de ji bo tevahî jinan bi encam bibe û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Tecrûbeyên me wekî jin di nava rêxistin û Rêveberiya Xweser de divê bibibin nimûne ji tevahî jinên cîhanê re. Ji bo ku li gorî van tecrûbeyan xebatên xwe bidin meşandin.”

‘Hêvîdar im ku Meclsia Jinê bibe hêza çareseriyê’

Hevseroka Desteya Rêveber Bêrîvan Xalid jî destnîşan ku Meclisa jinê wê bibe dengvedana rastiya jinên Sûriyeyê û wê bibe hêza çareseriya pirsgirêkên tevahî jinan û wiha axaftina xwe dirêj kir: “Li hember ewqas pêşketin û têkoşîna jinan zihniyeta mêr a desthilatdar û baviksalar ji bo pêşketinên jinan asteng bike di nava tevgerê de ye. Em bi hêvî ne ku jin li ber xwe bidin û meclisa jinê bibe dengê van jinan ku bikarîbe wan ji tarîtiyê rizgar bike û berxwedana jinên Sûriyeyê li cîhanê belav bike.”

‘Divê jin di destûra nû de cih bigre’

Berpirsa Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xalid jî giranî da diyalogên ku pêwîste jin têde cih bigre û wiha pêde çû:”Jin hêza çareseriyê ye, ji bo wê divê jin ji diyalogên çareseriya alzoiya Sûriyê neyê dûrxistin û di amadekirina destûrê de cih bigre.”

‘Em ê hişmendiya şaş bidin guhertin’

Endama Koordinisyona Meclisa Jinê Xewla Îsa jî bal kişand ser herêmên netewa ereb yên Tebqa,Reqa û Dêra Zorê ku divê şaşîtiya di mêjiyê wan de ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye bicihkirin bidin guhertin û wiha pêl da axaftina xwe:”Jinên Tebqa,Reqa û Dêra Zorê para herî zêde ji hovitî û terora DAÎŞ’ê girtine. Em ê hîn zêdetir li ser rêxsitina van jinan bi xebitin û hewl bidin ku wan ji vê hişmendiyê rizgar bikin. Heta ku hemû jin azadiya xwe mayînde bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî nîqaşan, Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêziknameya xwe ya hundirîn a Meclisê radestî Hevseroka Desteya Rêveber Bêrîvan Xalid kir û civîna jinan bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27