DaxuyanîNûçeSlide

Li Bajarê Qamişlo êrîşen li ser gundê Kaxîrê hat şermizarkirin

Li Bajarê Qamişlo bi pêşengtîya Kongra Star ve êrîşên li ser gundê Kaxîrê bi daxuyanîyekê hat şermizarkirin û hat diyarkirin ku ev êrîş di bin çavderîya DNY de tên kirin.

Çeteyên Emşat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 15 îlonê li gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta yê Efrînê li ser malên gundiyan de girtin û êşkence li gundiyan kirin. Di encama êşkenceyê de Nazliya Arif Tolê û jinek din hatin qetilkirin. Hinek jî revandin Şêniyên ku hewl didan ku xizmên wan ê revandî werin berdan, Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gule reşandin û hinek ji wan birîndar kirin.

Tekildarî mijarê bi pêşengtîya Kongra Star ve daxuyanîyek li Kontona Qamişlo li ber çerxeleya Efrînê bi beşdarbuyîna dehan Jinan û zilaman ve hat dayîn.

Piştî deqeyekî rêz girtinê, Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Kongra Star ya kantona Qamişlo Ibtîsam El-Huseyînî ve hat xwendin wiha bû:

“Careke din dewleta Tirkî dagirker  û faşîst ji hemû cîhanê re tekez kir, ku bi hemû rêbazan şerên qirêj û hovane li ser gelê kurd dide meşandin bi mebesta qirkirin û tunekirina vî gelê ku bi sedan salan di bin sîstemên dagirker, faşîst, qirker, kepîtalîst ku li ser tunekirina gelan xwe didin jiyankirin û bi taybet di vê sedsalê de ku dixwazin bi destên dewleta Tirkî a hov berjiwendiyên xwe pêk bînin.

Daxuyanîyê balkişand li ser talankirin û dagirkirina nasnameya gelê Kurd  û got:”Her weha ev dewleta dagirker jî dixwaze xewin û xeyalên xwe bi vejînkirina dewleta Osmanî  careke din ji nû ve vejîn bike û Kurdistanê bi temamî dagir bike lewma ji destpêka şoreşa Rojava ve bi maskên cuda û di bin navên mîna Cebhet Elneura, Ehrara Elşam û rêxistina daiş ya teror û di dawiyê de, di sala 2018 û 2019’an de bi ruyê xwe yê rast û bi hevkariya dewletên hegemonîk li Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî dagir kir. bi rêbazên xwe yên qirêj  dest bi guhertina demografî, ziman û Çand kir. talankirina şûnwarên ku nasnameya gelê kurd bû li gel wê xirakirina xwezayê û jêkirina darên zeytûnê û wêrankirina civakê û gel di hemû hêlan debi kar anî.

Li hêleke din revandin, tecawizkirin û bi hemû rêbazan pêkanîna tundiyê li ser jinan dide meşandin, her weha firotina mal, dar û xwestina baca, bi hezarê dolaran ji nişteciyên ku bi sedê salan li ser vê xakê jiyan kirine, lewma li hemberî van kiryaran ên dûrî pîvanên mirovahiyê her wiha zagonên mafên mirovan gelê Efrîn daketin qadan û li dijî dagirkeriyê serî hildan.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku êrîşên dewleta tirkî ê li kaxîrê û qetilkirina Jinan  di bin çavderîya DNY de çedibin û wiha pêde çû: “Lê belê dewleta Tirkî faşîst  hemû hovîtiya xwe herî dawî li gundê kaxirê di riya çeteyên bi navê Elmşat derxist holê bi êrîşên xwe yên hov li ser zarok, jin û ciwanên Efrînê ku heta niha gelek birîndar hene û piraniya wan jin û zarok in. Ev kiryarên qirêj ne tenê li Efrîn lê belê li Serêkaniyê, Girêspî, kampa Ristem Cûdî ya ku her tim di bin êrîş, gef û dorpêçkirinê de ye, Mixabin ev hemû kiryar di bin çavdêriya DNY  de û qaşo rêxistinên mafên mirovan pêk tê, ku tu bertek ji wan dernakeve, ev jî tê wateya ku ev hêz û sîstem hevkarên vê siyaseta qirkirin û talankirinê ne.

her wiha Kongra Star êrîşen li ser herêmê bi tundî şermizarkir û banga xurtkirina yekitîyê kir û got: ”Ji ber vê em wekî rêxistina jin Kongira Star van êrîş û nêzîkatiyan bi tundî şermezar dikin û bangewaziya gelên xwe dikin di serî de jin û ciwan ku hevgirtin û yekîtiyekê xurt ava bikin da ku bibin hêz û îrade li hember sîstemên desthilatdar û qirker.”

Kongra Star da zanîn ku wê li hember her cure zayendperestîyê tekoşîna xwe bilind bikin û wiha dawî kir: “Her wiha em wekî rêxistina jin di rojavayê Kurdistanê de em ê tu carî ji xeta berxwedan û tekoşînê gav paş de neavêjin. bi îrade, bi idîa, bi israr û bi hemû hêza xwe û bi zihniyeta jina azad em ê xeta berxwedan û tekoşînê li hember siyasetên zayendperest, netewperest û olperest bilind bikin , heya ku ne tenê jinên di herêmên dagirkirî, hemû jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê azad û rizgar bibin û şoreşa jin jiyan azadî bibe  kilîta rizgariya jin û civakê, ji sîstemên zayendperest.”

Daxuyanî bi durişma ‘Şehîd namirin’ ‘Jin jiyan azadî’ ‘Bijî Rêber APO’ dawî bu.

Related Articles

Back to top button