CivînNûçeSlideTenderûstî

Komîta tendurstî a Kongra Star civîna xwe a yêkemîn di Kantona Şehba-Efrîn li darxist

Komîta tendurstî a Kongra Star yêkemîn civîna xwe a salê a kantona Şehba-Efrîn de  li darxist. Civîn di kampa Serdem de bi beşdarbuyîna Rêvebirên tenduristî a Heleb-Şehba, Heyva Sor a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û Kordînasyona Kongra Star pêk hat.

Piştî bi deqeyekê rêzgirtinê li ser rihê cangorîyên azadîyê Rêveberîya komîteya tenduristî a şehmeran Guney Hisên axivî

Guney Hisên bi xêrhatina mêvanan kir û wiha got:” Destpêkê em bi xêr hatina hemû mêvanan dikin, ji bo li darxistina civîna salê a yekemîn ya komîteya tenduristî a Kongra Star a Herêma Şehba-Efrîn em li vir kombûne”

Piştre bernameya civînê hate xwendin û li ser van xalan civîn hate meşandin

Di destpêkê de perspektîfên Rêberê gelan Abdullah Ocalan ji aliyê Rêveberîya komîteya tenduristî Guney Hisên ve bi zimanê erebî  hat xwendin.

Piştî rêziknameya meclîsa tenduristî a Bakur û Rojhilatê sûrîyê, Rewşa Siyasî, Rapora salê jî hat xwendin, rewşa Jin, kar û xebat hatin nirxandin û pêşnîyar hatin pêşkêşkirin.

Her wiha Guney Hisên Şertên ku endamên tevlî xebatên Komîteya Tendurîstîyê dibin daxuyand û wiha bi rêz kir:

1- Herî kêm pêwîste 18 salî be

2- Pêwiste biryarên rêziknameya Kongra Star bipejirîne û xwedî lê derkeve

3- Bawariya xwe bi nirxên netewa demokratîk û Şorêşê bîne û biparêzê

4- Xwedî parastina fereseta civaka exlaqî û polîtik be.

5- Di derbarê parastina sirîyeta rêxistinî  de xwedî sekin û helwest be.

6- Pêwîste ji pêşketinê re vekirîbe, xwedî hêza perwerde dayînê, lêkolîn û lêgerînê be.

7- Di perwerdekirina civakê de, agahiyên zanista tendurstî misoger û têrkerbe.

8- Di aliyê tendurstî de  nexweşiyên wê yên veduguheze derdor nebe

9- Xwedî zanebûna tendurstîya civakî û pêşeyîbe

10- Ji aliyê derûnî ve saxlem be, nexweşiyên derûnî nebe

11- Piştî mehekê gor kiryar û tevlîbûna kar ji aliyê meclîsa tendurstî kanton û Rêveberiya Rojava ve tê şopandin û li gor wê tê dest girtin

Di civînê de plansazî hate danîn.

Civîn Bi durişmeya “Bê Serok Jîyan nabe” “Jin Jîyan Azadî” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button