DaxuyanîNûçeSlide

 Kongra Star: Îşkence û tecrîda ku bi hincet û argumentên derew li ser Rêbertî tê şopandin tu pêwendiya xwe bi nirx û mafên mirovahîyê tune.

Kongra Star tekîldarî biryara Desteya  wezîran a Ewrupayê tekildarî rewşa Rêberê gelan Abdullah Ocalan daxuyanîyeke nivîskî da û bang li hemû hêz, rêxistin û tevgerên Jinan ên sosyalîst, demokratîk kir ku ew bîryar bi tu awayî nayê pejirandin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya 17’ê Îlonê de biryar dabû ku rewşa li Îmraliyê heta Îlona 2025ʹan bişopîne.

Daxuyanî wiha ye.

Berxwedana dîrokî ya ku Rêber Abdullah Ocalan beriya 26 salan li Girtîgeha Îmraliyê nîşan da, bersivek e li dijî polîtîkaya qirkirina siyasî, leşkerî û çandî ya sîstemên hegemonîk ên cîhanê û amûrên wan ên li herêmê, di serî de rejîma Erdogan, li dijî gelê Kurd tê meşandin.

Di serî de gelên ku daxwaza azadiyê dikin, teoriya neteweya demokratîk û konfederalîzma Rojhilata Navîn pêşkêş kir û azadiya jinê û rola wê ya bingehîn ji bo bidestxistina civaka exlaqî û polîtîk nirxand.

‘Pergala îşkence û tecrîdê zîhniyeta faşîst û otorîter a MHP-AKP’ê nîşan dide’

Daxuyaniyê teqez kir ku sîstema îşkencê û tecrîta li ser Rêberê gelan tê meşandin tu eleqaya xwe bi nirxên û exlaqê  mirovahîyê nîne û wiha pêde çû: “Kampanyaya cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li ser esasê girîngiya felsefeya Rêbertî di pêşniyarkirina çareseriyên radîkal de ji bo pirsgirêk û nakokiyan û ji bo hemû mirovahiyê xizmeta şopdarên pergala wî dike. Îşkence û tecrîda ku bi hincet û argumentên derew li ser Rêbertî tê şopandin ku tu eleqeya xwe bi nirxên exlaqî û prensîbên mafên mirovan re nine û zîhniyeta faşîst û otorîter a MHP-AKP’ê nîşan dide”.”

Kongra star dîyar kir ku biryara wezîrên Ewrupayê tekildarî rewşa Rêberê gelan Abdullah Ocalan erêkirina sîstema îşkencêye û got: “Biryara Desteya Wezîran a Ewropayê ku di civîna xwe ya 17’ê Îlonê de der barê rejîma îşkence û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de pêk hat, ji bo şopandina rewşa Îmraliyê heta Îlona 2025’an saleke din hat dayîn. Tişta ku li Îmraliyê tê şopandin, weke erêkirina sîstema îşkencê ye.

‘Pêwîste Wezîrên Ewrupayê ji vê biryarê vegerin’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke Meclîsa Kongra Star bang li Desteya Wezîran a Ewropayê dikin ku vê biryarê ji nû ve ber çavan re derbas bike. Her wiha em bang li civaka navneteweyî, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan dikin ku di derbarê binpêkirinên li ser Rêber Abdullah Ocalan de, mafê hêviyê” jî di nav de, berpirsyariyên xwe bi cih bînin. ”

 

 

Related Articles

Back to top button