Kongra Star li Bajarê Hesekê Konferansa Sosyolojîya Azadiyê li darxist
Kongra Star di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pisgirêka Kurd re çareserî" de Konferansa Sosyoljiya Azadiyê bi dirûşma "Çareseriya pirsgirêka misogeriya azadiyê ye" li xwaringeha Marbêla ya Hesekê li dar xist.
Konferans bi beşdarbuyîna zedetirî 100 jinan di nav de hemû saziyên civaka sivîl, Komîteyên Kongra Star, Nunerên Rêveberîyê Xweser,Yekîtiya Jinên Êzîdî, asayîşa Jin, endamên YPJ, Rêxistina Sara, Mala Jin, Parastina Cewherî û hemû saziyên Jin beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de li ser pirsgirîken civakî taybet jî pirsgirîkên Jin nîqaş hatin pêşxistin, nexşereya jiyana Jin û çareserîya pirsgirîkan, Herî zêde li ser pirsgirêkên jin û çareserîya ji bo wan pirsgirîkan hat niqaşkirin.
Konferans ji alîyê berdevka Komîteya perwerdê Gulîstan Gulo ve hat bi rêvebirin.
Piştî deqeyekê rêz girtinê axaftina despêka konferansê ji alîyê berdevka Kongra Star Rihan Loqo ve hat kirin.
Rihan Loqo di despêka axaftina xwe de bi xêr hatina mêvanan kir û berxwedaniya li îmralîyê slav kir û got: “ bi navê hemû jinên amade bi navê hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî her wiha bi navê şoreşa Jinê em berxwedaniya li îmraliyê silav dikin ku dikeve 26 salan bê navber berxwedaneke dîrokî ji aliyê Rêber Ocalan ve tê meşandin, tekoşîna azadîyê tekoşîna heqîqetê tekoşîna jiyana azad ji bo me dide meşandin.
Berxwedana ku bê navber li hember hemû Hêzen dagirker, komploger, olperest û zayendperest di sedsala 21’mîn de Rêber Apo dimeşîne ji bo ku tevahî gelên herêmê, tevahî gelê kurdistanê û hemû gelên cîhanê bi nasnameya xwe bi hebûna xwe li ser erdnîgarîya xwe jiyan bikin Rêber APO tekoşîna heq û heqîqetê dide meşandin.
Her wiha Rîhan Loqo dîyarkir ku Tekoşîna kêlî bi kêlî ji alîyê Rêberê gelan Abdullah Ocalan ve tê meşandin, mezin dibe û bi vî rihî serkeftinên mezin di Kurdistanê û Rojhilata navîn de tê jiyan kirin
Rîhan Loqo balkişand li ser nirxandinên Rêberê gelan Abdullah Ocalan ji bo sedsala 21’ emîn û wiha domkir: “Rêber APO ev yêk got sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya Jin û vê şoreşên Jin çêbibin, em îro dibînin, Bakur û Rojhilatê Sûrî bi pêşengtiya jinan ve şoreşa Jin hatîye pêşxistin, li Rojhilatê Kurdistanê şoreşa Jin Jiyan Azadî pêşket, li Bakurê Kurdistanê jî bi pêşengiya Jinan ve berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Her wiha li herêmên parastinê ya medya jî berxedana bê navber li hemberî tecrît, qirkirin, dagirkerî û desthilatdarîyê tê meşandin.”
Rîhan Loqo dîyarkir ku xetimandina li Rojhilata Navîn de tê jiyîn, çareseriya wê Rêberê gelan Adullah Ocalan Sosyolojîya Azadiyê de dîyarkiriye û got: li ser xetimandina Rojhilata navîn Rêber APO beriya niha çareseriya Rojhilata Navîn di paraznameya xwe a ‘Sosyolojîya Azadiyê’ de diyarkiribû, lê dewletên komploger xwestin pêşiya vê yekê bigrin û her ku diçe tecrîda li ser Rêber APO girantir dikin.
Konferansê me ji bo mezinkirina Sosyolojîya Azadiyê, mezinkirina Paradîgmaya Demokratîk li ser fêrbûn, zanebûn, rihê felsefeya Jin Jiyan Azadî bi hevre nîqaşên girîng bidin meşandin, wekî rêxistin û xebatkarên Jin biryarên xurt em bi hev re bi biryardarî, bi heskirin em biryarê xwe di vê konferansê de derxin. Ji ber yên ku azadîyê pêk bîne Jine
Komploya li ser Rêber Apo em şermizar dikin di paradîgmayê pêkan,avakirin û jîyankirinê de emê komploya li ser Rêber APO vala derxînin.”
Rîhan di dawiya axaftina xwede,bang hevgirtina jinan kir û got: “em bang li Jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî û Jinên Rojhilata Navîn dikin ku li ser bingeha azadîya Jin , malbata demokratîk û li ser felsefeya Jin Jîyan azadî bi berxwedanî û yêkitîya Jinan emê dawî li planên qirkirinê li ser jinan bînin. Ew jî wê bi hevgirtina jinan pêk were. Her jinek hêzeke her hêzek zanisteke her zanist jî pêşengê vê şoreşê ye, ev pêşeng dikare bi hevgirtina hemcinsê xwe ve cîhanê xweş bike.
Piştre perspektîfê Rêber Apo ji alîyê endama komîteya perwerdê Heyat ve hat xwendin
Her wiha li ser jiyana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan sînevîzyonek hat pêşkeş kirin
Di sernavê 4’mîn a konferansê de li ser anketa ku ji hela komîteya perwerdê a Kongra Star ve bi 14 pirsan ve hatibû amadekirin bi encamên pirsan ve ji alîyê endama komîteya perwerdê Nehîr Dicle ve hat xwendin
Berî ev konferansê were li dar xistin komîteya perwerdeya kongra star anketa bi 14 pirsan ve hatibû amadekirin, derbarê pirsên ku hatini kirin de rewşa Jin û pirsgirêkên hatine analîz kirin û ji bo çareseriya pirsgirêkan nîqaş her wiha pêşniyar hatin pêşxistin.
Anketa ji alîyê Lekolînvan Nehîr Dîcle ve hatiye xwendin , wiha bû:
1- Hûn çend salîne ?
2- Rewşa xwendin û nivîsandinê ?
3- Derbarê rewşa zewacê de ?
4- Derbarê rewşa karkirina Jinan ?
5- Bi nêrîna we pirsgirêka herî mezin a di nav civakê de li ser jinan tê ferzkirin çîye ?
6- Di wateya fîzîkî, pîskolojîk û estetîk de hûn rastî tundîyê hatine. Ev tundî ji alîyê kî ve pêkhat ?
7- Di nava vê sala dawî de ji ber cinsîyeta we kesî ferq û cudahî li we kirîye ?
8- Ji bo jin bigihên rewşeke baştir gava herî grîng a pêwîste were avêtin, çî ye ?
9- Pirsgirêkên herî zêde Jin di Jîyana rojane de rast tên çi ne ?
10- Hûn difikirin ku pêwîst e nêrandina civakê ya li ser Jinan were guhartin?
11- Hûn bunê endama sazîyeke sîvîl a li ser mafên Jin dixebite yan jî Hûn tevlî çalakîyê wisa dibin?
12- We qet perwerde yan jî semînerekî derbarê Jin de dîtîye?
13- Xeyalên we çi ne?
14- Hûn dixwazin ji bo Jinan çi were kirin? nêrîn û pêşnîyarên we yên şênber çi ne?
Di dawîya Konferansê de wiha hat gotin:
Weke tê zanîn şoreşa Rojava di heman deme de şoreşa Jinê ye. Lewma bi deh hezaran jin bi kedekî û fedakariyekî mezin tevlî vê şoreşê bûn û ji bo lêgerînvanên azadiyê yên li tevahî cihanê û bi taybet ji bo jinan bûn çavkaniya îlhamê. Analîzkirina şoreşa ku weke şoreşa Rojava xwe dispêre mîrasekî ewqasî xurt, ji bo me gelekî girîng e. Li gel hemû kêmasî û nebesiyan pêwiste pêşketinên hatine jiyîn jî were dîtin û li gorî pêwistiyên şoreşê were nirxandin. Li ser vê bingehê, pêwiste em jinan di qada jiyana civakî de zêdetir bidin xuyanîkirin, zane bikin, bigihînin îradeyê, aliyên kêm û nebes nas bikin, wan bi awayekî sosyolojîk analîz bikin. Weke jin zehmetiyên ku dijîn bigihînin civakê û rêyên çareseriyan bigerin. Her çiqas bi vê xebata anketê ve me nedikarî xwe bigihînin hemû jinên Bakur-Rojhilatê Suriyê jî, lê qasî ji dest me hat bi lêkolîn û analîzkirineke sosyolojîk ve me xwest dakevin bingeha pirsgirekên jinan. Lewma bi van encamên ku derketine holê ve em armanc dikin ku pirsgirekên jin dijîn hîn zêdetir bînin ziman û kêm be jî di vê konferansê de bibin bersiva pirsgirekên tên jiyîn. Ji bo vê jî ev konferans wê ji bo tevahî xebatên jin bibe nexşe rêyeke dema pêş. Li ser bingeha perspektifeke xurt a ji vê konferansê derbikeve em yeqîn dikin ku bi pêşxistina rêxistinbûna jinê ve em ê tekoşîna xwe hîn geştir û mezintir pêşbixin.
Konferans bi durişmeya “Jin Jiyan Azadî” “Bê Serok Jiyan Nabe” “Şehîd Namirin” bi dawî bû.