Arşîv

‘Li dijî dagirkeriyê em ê têkoşînê mezin bikin û Efrînê rizgar bikin‘

Duh bi serkêşiya Rêveberiya Jinan a Gundewarên Dêrazorê dehan jin li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketibûn qadan. Meş di çarçoveya pêngava “Me yekîtiya xwe ava kir, em bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin, da ku biparêzin” ya 23‘yê Tîrmehê ji aliyê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin, pêk hat.

Hin jinên ku beşdarî meşê bibûn nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

Rêvebera Meclisa Jinan a herêma Cizrat Zehra El-Taya wiha raber kir: “Em jin bi yekitî û hevgirtinê li hember her binpêkirin û dijminatiya li dijî xaka me, bisekinin û dagirkeriyeke nû ya Tirkiyê li herêmên xwe qebûl nakin. Em ê têkoşîna rizgarkirina Efrînê ji artêşa dagirker û çeteyên wê bilind bikin.”

Li aliyekî dîtir jî rêvebera Meclisa Jinan a bajarokê Siwer Miradê Ehmed destnîşan kir ku Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rihê şoreşê bi hêztir kirin û bi berxwedana xwe ya azad destkeftiyên mezin bi dest xistin, her wiha ji bo avakirina civakeke demokratîk tê dikoşe.

Miradê Ehmed wiha lê zêde kir: “Em jin nahêlin Tirkiyê bi bihaneya avakirina herêma “ewle” dewleta Osmanî li xaka me ava bike.”

Endama Meclisa Jinan a bajarê Busêra Meryem El-Ugle jî wiha anî ziman: “Tirkiyê ji zêdetirî salekê ve destdirêjiyê li xaka Sûriyê dike. Gelek komkujiyên hovane pêk anîn û hemû mafên sivîl û civakî bin pê kirin. Ji lew re me jî rêya berxwedanê vebijartiyê û em ti carî gav paşde navêjin. Em bang li cîhanê dikin ku li rex gelê Sûriyê bisekinin.

Back to top button