Arşîv

Jinên Dêrazorê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan

Di çarçoveya pêngava “Me yekîtiya xwe ava kir, em bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin, da ku biparêzin” ya 23‘yê Tîrmehê ji armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmê ji aliyê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin dehan jinên gundewarên Dêrazorê, meşek li dar xistin.

Meş ji deriyê ketina bajarokê Kesrayê ya gundewarê bakurê bajarê Dêrazorê dest pê kir û heta navrasta bajêr dewam kir. Xwepêşandêran pankertên bi nivîsên”Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, bi saya şehîdên xwe em hemû berxwedêr in, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê red dikin” hilgirtin.

Meş li navenda bajêr veguherî mîtîngê. Li vir axaftin hatin kirin. Li ser navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Eyşê Siûd, ser navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Jinan endama hêzê Hind Ehmed û ser navê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Lîyla Hesen axivîn.

Axîveran gefên Tirkiyê yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên li Efrînê şermezar kirin, her wiha tekez kirin heke êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbibin jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê bê bersiv nemînin, berevajî vê yekê ew ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

Piştî axaftinan bi navê Rêveberiya Jinan a gundewarê rojavayê Dêrazorê daxuyaniyek ji aliyê endama mala jinê Hiyam Ehmed ve hate xwednin

Di daxuyaniyê de hate gotin: ” Bi navê Rêveberiya Jinan û hemû jinên azad ên li Dêrazorê em koletî û bêrûmetiyê napejirînin, binpêkirinên hovane yên ku Erdogan li ser herêmên Bakurê Sûriyê red û şermezar dikin. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekdest in, gefên li ser hermên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di heman demê de gefên li Dêrazorê ye jî.

Me ji vîn û hêza têkoşer Leyla Guven sûd wergirtiye û em ê heta pêkanîna armancên xwe û parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şopdarên rêya wê bin.”

Çalakî bi slogana”Na ji gefên Tirkiyê û bijî biratiya gelan” bi dawî bû.

Back to top button