Arşîv

Xwendekarên Minbicê: Li hemberî faşîzmê bisekinin

Pêngava Meclisa Jinan a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî gefên Tirkiyê ya bi slogan “Yekitiya me, em bi ser xistin, em ê li ber xwe bidin da ku em biparêzin, na ji dagirkeriya Tirkiyê re” ku di 23`yê Tîrmehê de dest pê kiribû, didome.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Xwendekarên Demokratîk ên Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê bi daxuyaniyekê gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin.

Daxuyanî bi beşdariya bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê hate xwendin. Daxuyanî li Stada Sûdasî ya 15`ê Tebaxê ya li navenda bajar ji aliyê endama tevgerê Selwa Alî ve hate xwendin.

Selwa Alî got: “Em îro ji bo redkirina gef û daxuyaniyên Tirkiyê yên ku hewldana derxistina tevlihevî û têkbirina ewlehiya li welêt dikin, disekinin, her wiha em dibêjin em dîroka reş ji bîr nakin.”

Selwa Alî wiha pê de çû: “Tirkiye bi rêya çewisandina azadiya jinan û pêbarhiştina wan ji mafê perwerdeyê, hewl dide komkujî û binpêkirinên Osmaniyan vegerîne, lê em ê li dîroka berê venegerin, ji ber ku kiryarên DAIŞ’ê ji bîra civakê derketine; jin ji mafê xwendinê bê par kirin, wek sûcdar dîtin û hesab jê xwestin. Jin wek alaveke kirîn û firotinê dîtin, lê bi saya berxwedana jinan roj hilat, teror têk çû û welat hate rizgarkirin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji bajarê helbestvanan û çandê em tekez dikin ku em xwe radestî bendên ku hewl didin ser me ferz bikin, her wiha di hemû qadan de em ê bimînin tîrêjên berxwedan û zanînê, heta nefesa dawîn em ê li ber xwe bidin û em bang li gelên Tirkiyê dikin ku li dijî rejîma faşîst bisekinin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27