ÇalakîNûçeSlide

Meşa girseyî ya ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li Hesekê dest pê kir.

Îro salvegera 26`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo şermezarkirina komployê bi hezaran şêniyên bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Hol, Til Birak û Şedadê ji serê sibê ve berê xwe dan bajarê Hesekê.

Gaziyên şer, jin û oldar pêşengiya meşê dikin ku ji qada Şehîd Arîn Mîrkan dest pê kiriye. Meşvanan pankartên “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî”, “Na ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, erê ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re” hildan.

Çaverê ye ku meş li qada Xeto yê naverasta bajêr raweste û veguhere mitingê.

Piştî ku beşdaran gihiştin meydana Xeto li ser rihê cangoriyê azadiyê  deqeyek rêz girtin û piştre endama desteya serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif di destpêka axaftina xwe de got, “Em komploya navdewletî ya li dijî  Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û Em dagirkerina bajarê Serê Kaniyê da ku ewlehiya li herêmê têk bibin û aramiya Rojhilata Navîn, çandina fitne û mezhebperestiyê di navbera pêkhateyên herêmê û gelên herêmê de, şikandina vîna gelên azad û bi taybet şoreşa jinê,bi tundî şermezar dikin û hemû şehîdên azadiyê  bi bîetînin, .”
Foza Yûsif diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de ji aliyê dewletên serdest û kapîtalîst ve bi awayekî hovane hate girtin û got, “Em ji wan re dibêjin ku ev komplo li dijî daxwaz û hêviyên gelê Kurd û li dijî gelan e. Ji ber ku çareseriya aloziya Rojhilata Navîn parçeyek ji destwerdana Rêber Abdullah Ocalan û di nava fikir û felsefeya wî de ye, ev komplo li dijî aştî û edaleta li herêmê ye.”
Fewza Yûsif da xuyakirin ku gelên herêmê ji destpêka komploya ku li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk hat û îro 26 sal in, dest ji çalakî û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî û şikandina tecrîdê bernedaye. “Rêber Ocalan ne rêberê gelê Kurd e, rêberê hemû gelên bindest û bindest ên Rojhilata Navîn e.”

Endamê Dîwana Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk destnîşan kir ku heta Rêber Abdullah Ocalanji girtîgeha Îmraliyê rizgar bibe wê têkoşînê mezin bikin, tecrîd û komploya navneteweyî bişkînin û li pêşberî hemû planên azadiyê bisekinin. .

Ji aliyê xwe ve Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk Ammar Mûsa jî got, “Îro 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan û damezrînerê Projeya Neteweya Demokratîk e ku bûye rêbazek têkoşîn û berxwedana gel.”

Ammar Mûsa da zanîn ku komploya navneteweyî bi pêşengiya dewletên kapîtalîst bi hemû saziyên xwe yên îstîxbaratê bi pêşengiya dewleta faşîst a Tirk hatiye kirin û got, “Armanca komployê tirsa wan a ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah e. Ocalan ji planên welatên kapîtalîst cudatir e.”
Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk Ammar Mûsa bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê û dewleta Tirk a dagirker ji sûcên wê hesab bipirse.

Related Articles

Back to top button