Arşîv

‘Ji bo guhertina civakî perwerdebûna mamosteyên girîng e’

HELEB – Ji hêla Kongreya Star ve ji bo 23 mamosteyan perwerde hat destpêkirin. Mamosteyên ku tevlî perwerdê bûn diyar kirin ku ji bo guhertina tevahiya civakê perwerde girîng e û gotin: “Ji bo guhertina civakî perwerdebûna mamosteyan jî girîng e.”

Ji bo mamosteyan li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê ji hêla Kongreya Star ve perwerdeya bi navê Şehîd Viyan Amara hat destpêkirin. 23 mamoste tevlî perwerdê dibin û perwerdê dê 20 rojan berdewam bike. Mamosteyên ku tevlî perwerdê bûn nerînên xwe bi ajsansa me re parve kirin û gotin: “Perwerde bîngehê avakirina keseyat û civakeke rast e. Rola mamosteyan di nava civakê de roleke sereke ye.”

‘Bi perwerdê bingek tê avakirin’

Mamosteya bi navê Zîlan Al Fecir li ser girîngiya perwerdê rawestiya û wiha got: “Em mamosteyên Helebê di vê betlaneya havînê de perwerdeyeke giştî bibînin. Em ê xwe di aliyê birdoziyê de û di aliyê branşa de xwe perwerde bikin. Perwerde ji bo guhertina civakê pir girîng e. Kesên herî zêde di civakê de were perwerdekirin mamoste ne. Ji ber ku ew e nifşên nû ava bike û ji bo kesayetên rasteqîn perwerdeyên bingehîn avabikin.”

Perwerdekirina civakê erkê mamosteya ne

Mamosteya bi navê Mîdiye Ehmed jî li ser rol û mîsyona mamosteyan a li ser civakî nirxand û da zanîn ku: “Ez ji perwerdê pir hezdikim. Em bi perwerdê gelek tiştan hîn dibin. Di destpêkê de jin xwe nasdikin û civaka xwe nasdikin. Divê mamoste baş werin perwerdekirin ji ber ku perwerdekirina civakê dikeve ser milê mamosteyan.”

‘Em li ser bingehekî xwe li pêş dixin’

Mamoste Ferzet Eyşan di axaftina xwe de bal kişand ser kêyfxweşiya xwe ya ji bo perwerdê û wiha got : “Em di vê perwerdê de pir kêfxweşin. Mirov bi rihetî jiyanê hîs dike û nas dike. Em li hev kom dibin ser bingehekî xwe li pêşdixin. Em dibin alîkarî hevdû.”

Back to top button