Duh (10’ê Cotmehê) artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tahna yê dikeve rojavayê kantona Minbicê bombebaran kir. Di encama êrîşê de 2 zarokên 5-9 salî jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn. Zarokên birîndar rakirin nexweşxaneya El-Furat a bajarê Kobanî. Li gorî agahiyên bijîşkan 2 zarok ji qonaxa xetereyê derbas bûne û rewşa wan baş e. Zarokek di bin çavdêriya acîl de ye û ji ber birînên ku ji ber topan birîndar bûne pêwîstiya emeliyatê heye.
Daxuyanî li dibistana Mustefa Gulo a taxa Hilêliyê ya girêdayî bajarê Qamişlo hat xwendin.
Daxuyanî bi du zimana hat xwendin bi zimanê Erebî ji aliyê Zaroka bi navê Solîn Ebdulhemîd Ebdullah bi zimanê kurdî jî Robîn Ebdulrehîm Abdullah hat xwendi.
Daxuaynî wiha ye:
Di hemû êrîşên kû li cîhanê têne qewman din piranî zarok dibin qorbanî, û bi taybet di êrîşên kû dewleta tirk ya dagir ker li ser herêmên bakur û rojhilatê sûriyê dide meşandin û di encmên van êrîşan gelek zarok jiyana xwe ji dest dan û ji 100/80 zarok ji jiyana xwe ya zarokatiyê dûrketine , ji ber ku zarok rojane rastî tundî lêdan tecawiz têne kirin.
Daxuyanîyê bibîrxist. Di dîroka 10-10-2024an di encamê êrîşa dewleta Tirk ya dagirker li ser gundê tehna a mezin ya giridayê minbicê 2 zarokên bi temenê xwe yê 5 û 9 salî jiyana xwe ji dest da û 3 zarok jî birîndarin.
Di metina daxuyanîyê de ev tişt hat gotin: ev bûyer ne bûyera yekeme ya ku li herêmên me têne kirin û zarok dibin qurbaniyên van êrîşan rojane buyerên wisa têne qewmandin û li ber çavên her kesî û bi bêdengiyekî giştî.
Bi navê rêxistina stêrk ya şopandin û parastina mafê zarokan û bi navê hemû zarokên bakûr û rojhilatê sûriyê em bang li hemû hêzên navnetewî dikin kû li ser erkê xwe bisekinin ew erkê ku li ser emzekirin da ku hemû zarokên cîhanê biparêzin û soza xwe pêk bînin û erîşên ku li ser bakûr û rojhilatê sûriyê bidin sekinandin.