Arşîv

Li Qamişlo û Hesekê 2 milyon û 27 hezar donim zevî şewitî

NAVENDA NÛÇEYAN – Li kantonên Qamişlo û Hesekê zeviyên ku hatiye şewitandin, gihaşt 2 milyon û 270 hezar û 12 donimî, her wiha 27 hezar û 808 dar jî şewitîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû bûyerên şewata hilberînên çandiniyê yên vê salê plankirî bûn û armanca derbeya li ewlehiya dexl û dan dikirin.

Ji ber ku berhemên çandiniyê, bi taybet genim û ceh, dema ku hişk dibin, agir zû pê dikeve, lewma rûbera şewatê zêde berfireh dibû, her wiha ji ber kêmbûna derfet û alavên guncaw ên vemirandina van şewatan. Çeteyên DAIŞ`ê di destpêkê de berpirsyariya bûyerên şewatê yên li Sûriye û Iraqê girt ser xwe.

Di vê derbarê de Komîteya Aborî ya Herêma Cizîrê diyar kir ku li kantonên Qamişlo û Hesekê rûbera şewatê gihaşt 2 milyon û 270 hezar û 12 donimî, her wiha 27 hezar û 808 darên ku li derdor û nêzî zeviyan hatibûn şandin, şewitîn.

Di dawiyê de li kantona Qamişlo qadên zeviyên ku şewitîne, gihaşt 2 milyon û 141 hezar û 255 donimî û hejmara daran jî gihaşt 3 hezar û 626’an. Li kantona Hesekê jî rûbera şewatê gihaşt 128 hezar û 757 donim û 24 hezar û 182 dar şewitîn.

Piraniya van zeviyan; genim, ceh, fol, nîsk, kemûn û gijnîj lê çandî bûn.

Back to top button