Meclisa Kongra Star Ji bo Apê Nemir peyama sersaxiyê da
Meclisa Kongra Star got, “Em bi xemgînî agahdar bûn ku Apê Nemir (Xelîl Osman) jiyana xwe ji dest da. "Em wî bi minetdarî bi bîr tînin û li hemberî têkoşîna wî ya bi nirx û helwesta wî ya welatparêzî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."
Ji bo jiyanek wekhev,adilan e ,aştiyane û hevpar Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tekoşîn û berxwedanî kir.
Apê Nemir bi nasnav Xelîl Osman Hemê yek ji sembola şoreşa rojava û berxwedana sedsalê ye.
Ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe gelê me bi sala ye di her qadê de têdikoşe ta şoreşa 19 Tîrmehê
Di destpêka 2011 an di pêvejoya şoreşa li Sûriyê derketî bi tevahî gel rabûn ser piyan û banga azadiyê dikirin. Di pêvajoya ku ev şoreş bi navê bihara ereban hate binavkirin di Rojava yê Kurdistanê de bi hevgirtina pêkhateyên din bihara gelan binav kirin.
Gelê Rojava ji bo bi destxistina mafê xwe xeta sêyem ku di nava de paradîgma Netewa Demokratîk dihewîne hilbijart.
di Rojava de ji zarokan bigre heya kesên bi temen mezin xwe li ber mezinbûna şoreşê ku ranegiritin û hemû beşên civakê tevlî şoreşê bûn.
Bi sedê sala ye gelên bakur û rojhilatê Sûriyê li bendê çirûska yekem a serîhildanê bûn daku mafê ku jê dihatin bê parhiştin bi destbixin mînaka her ber biçav ku gelê herêmê jê bê par mabû dengkrina bi zimanê dayîkê bû.
Bi tayebet em wek gelê Gelê Kurd ku bi sedê salan bi destê dijimin û xwînmijê kurdan hatin perçiqandin û asîmlekirin.
Bi saya ked û felesefeya Rêber Apo carek din em rabûn ser piyan û me beşek ji mafê xwe yê windayî bidest xist.
Zayînek nû di Kurdistanû de çê bû, ew jî Şoreşa Rojava ku çirûsa wê bajarê berxwedanê Kobanê bû.
Di oxira parastina welêt de hezaran pêşengên me canê xwe kirin qurban.Ji dîroka Kobanê de em bigrin dest heyanî niha bi dehan kesayetên welat hez û parazvanê welêt tên pêşiya me.
Ji pêşengên me yên Kobanê Hem û Keriê heta ,Edlê û bi dehan jin û mêrên qehreman derdikevin pêşberî me ta di roja me ya îro de kesayîtên welatparêz yên weke Apê Nemir ku yek ji sembolên berxwedana sedsalê yê Kobanê ku di kesayeta xwe de hemu taybetmendiyên welatparêziya Apoyi hewand.
Di vê şoreşê de ji bo xwe bi xwe rêveberin kedên bi sedan şehîd û dilsozên welatê xwe yên weke Apê nemir pir bûn.
Apê Nemir sombolek ji semobola û bermahiya şerê hebûnê bû, ku di şerê berxwedana sedsalê di Kobanî li hember hêzên tarî û hovan şer kir li berxweda ta ku Kobanî Serkeftina xwe qezenc kir.
Em weke Tevgera Jin Kongra Star bi dil û can emê doza ku Apê Nemir û bi hezaran şehîdên tekoşîna riya azadî û serfiraziyê bişopînin.
Me starek ji starên berxwedanî,tekoşîn,dilsozê welêt wenda kir .
Em sersaxiyê ji Gelê Rojava malbat, heval û hogirên wî re dixwezin.
Wê rêya wî berdewam be