NûçePerwerdeSlide

Kongra Star li herêma Firatê dewreyeke perwerdê a vekirî bi dawî kir

Komîteya Perwerdê a Kongra Star li herêma Firat’ê dewreyeke perwerdê a vekirî Li akademîya Şehîd Şîlan bi navê Şehîd Zîlan Ereb, a li ser 30 rojan bi dawî kir

 

Li akademîya şehîd Şîlan dewreya bi navê Şehîd Zîlan Ereb, li bajarê Kobanê a herêma Firatê bi beşdarbuyîna 25 Jin’an ve Di dîraka 14.09.2024 li ser  30 rojan hatibû destpêkirin îro bi şahiyekê bi dawî bû.

Jinên ku beşdarî vê perwerdeyê bûn waneyên fikrî û birdozî dîtin.

Waneyên ku hatine dîtin evin:

Girîngîya perwerdê

Civaka Xwezayî

İslûb û Xîtabet

Rexne û Rexnedayîn

Şerê Taybet

Dîroka TJA (Tevgera Jina Azad)

Rastîya Serokatî

Çand û Exlaq

Şerê Gelê Şoreşgerî

Netewa Demokratîk

Dada Civakî

Civaka cinsiyetperest

Welatparêzî

Pergala Hevserokatî

Merasîma bi dawîkirina perwerdê bi deqeyekî rêz girtinê li ser rihê cangorîyên azadîyê rawestiyan despêkir

Piştre berdevka akademîya Şehîd Şîlan, Firyal Temmo di derbarê perwerdê de nerînê xwe anî ser ziman û dîyarkir ku armanca wan ji van perwerdeyan ewe ruheke komînal di nava herêman de avakirine û wiha lê zêde kir: “ li gorî zor û zehmetîyên ku derdikevin pêş em dibînin ku hewcedariyên jinan bi perwerdê heye. Li hemberî Êrîşên ku ji alîyê dewlata Tirk ve pêk tên, di her qadê de perwerde yên cur bi cur tên vekirin. Ev perwerda dayikan jî  mehekê berdewamkir di nava vê mehê da gelek waneyên birdozî hatin dayin. her jina ku tê perwerde kirin em dibînin ku her jinek çîroka wê cuda ye û di kesayeta wê de hezeke cuda derdikeve pêş.”

Firyal Temmo di berdewamîya axaftina xwe de Şehîd Zîlan Ereb bi bîr xist û wiha got:”Ev perwerde bi navê Şehîd Zilan Ereb ve hatîye vekirin, Ş. Zîlan jineke tekoşerbû ku heye dawî li hemberî zayendperest û desthilatdaran tekoşîya. em jî hîn zêdetir dikarin bibin xwedî hêz û îrade ku fikir û ramanên Rêber Apo di xwe de ava bikin  da ku em bikaribin xebateke xurt  bidin meşandin. şerê taybet li ser jinan tê meşandin, şerê pisîkolojîk tê meşandin, ji bo vê yekê em pêwîste êşa Jinan baş analîz bikin, xwe baş perwerde bikin ku şerê li ser Jinan tê meşandin vala derxînin.”

Firyal Temo wiha berdewamkir: “armanca me ji vê perwedê ewe di nava civakê de rihekî komînal bidin avakirin ji berkû Rêber APO dibeje ‘heyanî Jin Azad nebe, Civak azad nabe’. pêwîstîya her jinê ki bi perwedê heye, çawa insan nikarê bê av, bê xwarin jîyan bike pêwîste bê perwede jî nekaribe jîyan bike. Pêwîste hemû Jin çanda xwendinê di xwe de ava bike bikaribe hîn zêdetir pirtûk bixwîne bi vî rengî xwe perwerde bike û keseyete ke xurt bixe. pêşengtî  ku tu bikarîbi axa xwe, welatê xwe Serokê xwe biparêzî. ji bo Azadîya fîzîkî a serokê xwe misoger bikin.”

Firyal Temmo bang li hemû Jinên Cîhanê kir û wiha bi dawî kir: “Di dawî da bangazî min ji bo hemû jinan ku deriyê me ji hemê jinan re vekiriyê ku ji alîyê xwendin ,perwerde ,xwe naskirinê de xwe perwerde bikin.”

Rêveberiya Bajarê Kobanê Dicle bekî ku ewê  cihê xwe di perwerdeya 30 rojan de girtibû di derbarê perwerdê de nerînê xwe anî ser ziman û got: Ev demeke ku em 25 Jin derbasî perwerda vekirî bûne,me di vê perwerdê de me  dît ku perwerde pir giringe, pêşketina mirovan di alîyê birdozî, çandinî, dîrokî de çêdibe. weke jin em pir kêfxweşin ku em dikarin hînjî di perwerdeyan de cihê xwe bigrin, li ser Fikir û Felsefeya Rêber Apo  xwe nas bikin,û li pêşbixin.”

Dicle Bekî destnîşankir ku herî zêde bi waneya Welatparêzî û cinsîyetparêzî bandor bûye û wiha bi dawî kir: “ herî zêde waneya welatparêzî bandor bûm ji ber ku me heta roja îro nizanîbû ku em çawa welatê xwa biparêzin, waneya cinsîyetparêzî ji gelek bandor li min kir ji ber ku em wek Jin rojane di bin feraseta cinsîyetparêzî yê de tên qetilkirina û tune tên hesibandin.”

 

Her wiha Rêveberîya akademîya şehîd Şîlan, Cîhan Hemo jî diyarkir ku zehmetîyên ku Jin her roj rû bi rû dimînin bi tekoşînê re ji bo naskirina hêz û îradeya xwe bi xwe, wan pêwîstîya perwerdeyê dîtîye.

Piştre Koma govendê, bi cil û bergê kurdî vê dîlan gerandin,dure jî stran gotin

Di dawî de serkeftina vê perwerde diyarî Rêber Apo hat kirin.

 

Related Articles

Back to top button