Arşîv

Jinên Mexmûrê : Di kesayeta Besê Hozat de heqaret li ser tevayî jinan hatiye kirin

Li Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî jinan li dijî gotinên Osman Ocalan ên ku li ser qenala K24, di derbarê Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat de kirîn, nerazîbûn nişandan û gotin ev heqaret di kesayeta Besê Hozat de li ser tevayî jinan hatiye kirin. Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo tevayî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Îştarê Xurbet Îşlek ve hat xwendin.

Daxuyaniya Meclîsa Îştarê wiha ye;

“Ziman dirêjî û bêrêziya li himberî jinê li hemberî hemû nirxên dîrokê ye. Jin wateya jiyan, hebûn, rûmet,wekhevî û edaletê ye. Jinên Kurd yên ku ji xaka Mezopotamyayêne, xwedî li xwe û xwedî dîrokekî qedîm têde tejî berxwedan, tekoşîn û destkeftiyên mirovahiyê her tim jibo jinên derdor û cîhanê bûne mînakên pêşeng. Ji xudawendên yekem bigre heta Xanzadeyan,Rindêxanan, Zarîfe, Besê û Sarayan bûne jinên ku çokên dijmin li ber bilerizin û dîrok li ber berxwedana wan biçin secdê. Ev xeleka berxwedanê ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro, bûye kevneşopiyek dîrokî û berdewame.

Di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de pêşengtî û rola jinên Kurd xwedî rolekî dîrokî û sereke ye, yek ji van jina jî hevseroka Konseya rêvebera a KJK’ê Besê Hozate. Tevayî jinan xwe ji bo serxistina azadiya jinan xebat daye meşandin. Di asta Kurdistan û cîhanê de bûye mînaka jina Pêşeng û rêzdariyek bê hempa bi destxistiye. Di raya giştî ya cîhanê de jî bi rêzdariyek mezin tê guhdarkirin û pejirandin. Em weke jinên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dibêjin Heval Besê Vîn, serkêş û pêşenga meye. Hemû kiryarên ku li himberî Besê Hezat, li himberî tevayî jinên Kurd û şoreşgere. Emê li himberî van kiryaran tekoşîna xwe xurtbikin, ji bo wê jî wê kesayetên ji rûmet û kerametê bê par mayîn wê di dîrokê de were şermezarkirin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘ Bijî Serok Apo, Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike, Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button