Arşîv

Li Şengalê Baxçeya Zarokan hat vekirin

ŞENGAL – Li Şengalê amadekariya Baxçeya Zarokan bi dawî bû û baxçe bi merasimekê hat vekirin.

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê Baxçeya Zarokan hat avakirin. Amedekariyên ku demek dirêj bû dihat kirin bi dawî bû. Bi tevlîbûna zarokan baxçe hat vekirin.

Tê armanckirin ku zarok li vir bên perwerdekirin. Der barê vekirina Baxçeya Zarokan de ji Meclîca Jinan Xoxe Cindî axivî û bal kişand ser girîngiya xebatên ku ji bo zarokan tê kirin. Xoxe, wiha nêrînê xwe anî ziman: “Gelek zarok niha bi nexweşiyên cur bi cur re dijîn. Zarokên li Şengalê ligel temenê xwe yê biçûk qala fermane dikin. Ev tişt rewşeke ne baş e û ji ber ku derûniya zarokan xirab bûye. Em dixwazin bi Baxçeyan Zarokan kêm bê jî pirsgirêkên zarokan ji holê rakin.”

Piştî axaftinan Baxçeya Zarokan hat vekirin û zarok berê xwe dan cihê lîstokan. Her wiha ji bo zarokan jî şekirok hatin belav kirin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27