Arşîv

Foza Yûsif: Ger ku sîstema heyî neyê guhertin wê civak bikeve xeterê

QAMIŞLO – Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif bal kişand ser rewşa siyasî û got: “Ev şoreş, şoreşa hemû gelên herêmê ye. Ev erk ne dikeve ser milê rêxistinekê yan jî partiyekê. Em xwediyê vî welatî ne pêwîste her kes ji aliyê xwe de bi erka xwe rabe û şoreşa bi keda hezaran canfedayên azadiyê pêk hatiye biparêze.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif der barê aloziya Rojhilata Navîn, bandora Netew Dewletê ya li ser civakê, helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Herema Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê, rewşa girtiyên DAÎŞ’ê û salvegera Şoreşa Rojavayê de nirxandinên berfireh ji ajansa me re kir.

Foza, di axaftina xwe de bal kişand ser aloziya Rojhilata Navîn û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev demeke li Rojhilata Navîn aloziyeke dem dirêj heye. Helbet gelek sedemên vê aloziyê hene. Sedema bingehîn jî ew e ku heya niha ev dewletên li herêmê, siyaseteke rast ku îstîqrar pejirandiye. Siyaseta ku ji aliyê wê yê demokratîk û azadîxwaz lewaze be rewş dê her tim şer be. Em dinêrin ku her carê dewletek li hemberê vê yekê re rû bi rû dimîne. Ji ber ku bingeha ku li ser hatiya avakirin pirsgirêkan çareser nake û tenê xwe di nav pirsgirêkan de dûbare dike. Di van salên dawiyê de derket holê ku di sîstema dewletê ya heyî de darizandineke mezin heye. Em dibînin, Bihara Ereban hat despêkirin li gelek welatan serhildan çêbûn. Lêmixabin ji ber di hindirê wê de amadekariyên pêwîst nebûn hem jî mûdaxeleyên derve hatin kirin tu encamên cidî bi xwe re neanîn û her ma di asta paşveçûnê de. Pêşengiya gel di van tevgeran de lewaz ma, li ser vî esasî alozî dest pê kir û hîn jî berdewamin.”

‘Netew dewlet ji pirsgirêkên civaka xwe re nabin bersiv’

Foz, diyar kir ku bandora Netew Dewletê li ser civakan heye û wiha got: “Divê dema dawiyê de nakokiyên heyî derdikeve asteke nû. Di navebera hêzên hegomonîk yên ku dixwazin serweriya xwe li ser cîhanê mayinde bikin di aliyê aborî, siyasî bandora xwe ya gulobal pêş xistin. Netew Dewlet ji pirsgirêkên civaka xwe re nabin bersiv. Mirov dikare bêje neçariyê derdixê pêş. Li şûna ku ev dewlet guhertina bi xwe re çêbikin berovajî vê di rewşa xwe yî statokaperest de berdewamin, ev dihêlê ku rewşa hundirîn a li wan welatan zehmetir bibe. Netew Dewlet nikare li hember van êrîşên derve li ber xwe bide, rewşa ku welatên ereban jiyan dikin ber bi çave. Rewşa li Îran û Tirkiyê heman pirsgirêke. Di encamê de sîstema Netew Dewlet xwe daye rûniştandin û bi hemû paşverûtiya xwe, xwe diparêzê.”

‘Sîstema heyî neyê guhertin wê civak ber bi tehlûkeyê ve biçe’

Foza da zanîn ku hêzên derve yên ku dixwazin rewşa herêmê xerabikin bi çareseriyeke rast û li gorî bercewendiyên gelan û nasnameyên bindestan tevnagerin tenê berjewendiyên xwe diparêzin û wiha domand: “Ev hêzên kurkirina aloziyê ne. Kuştina mirovan, dewamiya şer û pirsgirêkên aborî yên ku roj bi roj xwe ferz dikin xeteriyeke mezin bi xwe re tînê. Çareseriya herî guncav paradîgmaye Rêber Ocalan e. Ev paradîgma xwe dispêrê demokrasiyê, civaka ekolojîk, azadiya jin û Netewa Demokratîk. Netew Dewlet wekî rêka çareseriyê nabîne, ev yek çiqas rast hatiye isbat kirin. Eger rewşa herêmê bi sîstema heyî neyê guhertin wê civak ber bi tehlûkeyê ve biçe. Di vê tabloya heyî a Rojhilata Navîn de yek çare heye ew jî guhertina demokratîke û rêbazên diyalogê ye. Her kes divê bizane ku sîstema Netew Dewlet nikare bibe çareseriya pirsgirêkên civakên Rojhilata Navîn.”

‘Bi rêbazên faşîst dijminatiya kurdan dikin’

Foza Yûsif di nava axaftinên xwe de balkişand li ser dijminatiya Tirkiyeyê ya li ser doza kurdan û wiha axaftina xwe domand: “Dewleta tirk yek ji dewletên herêmê ye, pirsgirêkên cidî di warê sîstema siyasî de dijî û pirsgirêkên wî yên aborî jî hene. Li şûna ku tirk guhertin û veguhertinên demokratîk pêşwazî bike, berovajî vê rêbazên klasîk ya di sedsala 20’an de bikar tîne. Bi êrîşkirinê, pirsgirêkên xwe yî hundirîn bi derve çareser û sivik dike. Em dibînin ku bi rêbazên şovenîst û faşîzim dixwaze nêzî doza kurd bibe. Pirsgirêka kurd pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê. Di van salên derbasbûyê de derket holê ku eger Tirkiyê polîtîkayên xwe yê sala 2013’an de bi rêbazên aştiyane esas girtiba, wê di Rojhilata Navîn de gelek qezencên wê çêbûya. Dibe ku li herêmê biba dewleta modêl. Li şûna ku itîfaqan bi kurdan re esas bigre û demokrasiyê çêbike dijminatiya ji kurdan re dike.”

‘Rêxistinên dijminên civakê bijartin’

Endama Koordînasyonê Foza qala hevkariya Tirkiyê ji hêzên radîkal kir û wiha dirêjî li axaftina xwe anî: “Tirk bi destekdayîna rêxistinên tund û radîkal mîna DAIŞ’ê û Cebhet Alnûsra qîmet ji xwe re nehişt. Ev rêxistinên dijminên civakan e. Em dikarin bêjin ku dijminên civaka tirk in. Rayedarên hikûmeta tirk ev rê hilbijartin, li şûna hêzên aştiyê bi hêzên ku pêşverû dijbertiya mirovatiyê dikin, itîfaqên xwe bi wan re çêkirin. Di encamê de dewleta xwe jî winda kir û xerabiyên mezin bi xwe re anîn. Bi taybet li Sûriyeyê û li Iraqê. Tirkiyê dixwaze doza kurdan bi tundiyê çareser bike. Tim hêviyên xwe li ser kuştin, qetilaman û leşkerbûnê ava dike, Tirkiye di dîroka xwe de ev tişt baş isbat kiriye. Cihê ku azadiya gelan lê nebe aloziyên wê, dê her berdewam bike. Eger tirk dixwaze li herêma Rojhilata Navîn bi bandor be û divê di nav siyaseta navnetewî de bi hêz be.”

‘Êrîş dibe ku bibe firsend ku çeteyên DAIŞ’ê birevin’

Foza bal kişand ser rewşa girtiyên DAIŞ’ê û wiha got: “Eger li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî şerê Tirkiyeyê were, wê rewşa girtiyên DAIŞ’ê zehmet be. Bê gûman ev xeteriyeke pir mezin e. Kes nikare garantî bide ku ev girtî neyên hedef kirin. Di texmîna me de em nikarin garantî bidin ku ev girtî wê nerevin û li tevahî cîhanê belav bibin. Ji bo em vê xeteriyê derbas bikin û ewlehiyeke baş çêbikin, pêvajoya lêpirsînê û dadgehkirina wan bi awayekî rast divê werê çêkirin. Ev ne tenê berpisyartiya Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê. Ev pirsgirêka tevahî cîhanê ye. Ev êrîş wê bibe firset ku çeteyên DAIŞ’ê birevin, ji ber wê parastina wan pir zehmet be. Pêwîste bi her alî vê hessas nezî vê mijarê bibin.”

‘Xurtkirina sîstema demokratîk hebûna jinê mayinde dike’

Foza, diyar kir ku rol û berpirsiyariya jinê ya di pêşengiya pergala demokratîk de girîn e û axaftina xwe wiha domand: “Em civaka kurd bi tehdîdan re rû bi rû mane. 7’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin. Şoreşa me hîn bidawî ne bûye. Em di pêvajoya avakirinê de ne. Hîn tiştek ne hatiye garantî kirin. Tehdîd li ser me bidawî ne bûne û me hebûna xwe wekî sîstem misoger ne kiriye. Ji bo wê jî xebateke hîn xurtir ji me re pêwîste. Em dikarin bêjin sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema mafên jinê, hebûn û nasnameya jin bi her awayî diparêzê, ev gavên bi nirxin. Wekî jin pêwîste herî zêde xwedî li vê sîstemê derkevin. Eger em van nirxan ne parêzin ji dê bi sedsal paşve biçin. Li gelek welatan eger hêzên azadîxwaz xwe birêxistin nekin pêlên paşverûtiyê wan civakan paş dixîne. Divê wekî jin destkeftiyên heyî em wekî hebûna xwe bibînin, xurtkirina sîstema demokratîk hebûna jinê mayinde dike. Heye niha jina pêşengtiyeke girîng kirin, lê hîn rola me neqediya ye divê em jin bi rengekî aktîf tev bigerin.”

‘Tekoşîna me ya bi sala ne’

Di dawiya axaftina xwe de Foza pers pektîfên girîng ji bo rêxistinkirina civakê pêşkêş kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Civaka me caran zûtir dixapin. Dema tiştekî biçûk dikevê destê me, an jî gavek tê avêtin em zûtir tiştan ji bîrdikin. Têkoşîna me a bi sal ne heye em niha berhemên wê têkoşînê digrin. Şoreşa me wekî zarokekêye ku temenê wê 7 sal in. Em cara her tiştî jê dixwazin, caran jî em pişta xwe didinê û xwe berpirs nabînin. Ev şoreş, şoreşa hemû gelên herêmê ye. Ev erk ne dikeve li ser milê rêxistinekê yan jî partiyekê. Em xwediyê vî welatî ne pêwîste her kes ji aliyê xwe de bi erkê xwe rabe û şoreşa bi keda bi hezaran canfedayên azadiyê hatiye qezenckirin biparêzin.”

Back to top button