Arşîv

Êrîş Û Heqereta Li Ser Hevseroka Kck’ê Û Dagirkerıya Li Ser Herêma Başûr Li Hemberî Jiyana Azad Û Sîstema Netewa Demokratîk E!!!

Em wek Kongra Sitar êrîşa li dijî hevseroka KCK’ê Besê Hozat pêkhatiye wek li dijî hemû jinên azadixwaz û şoreşgeran digrin dest û ev heqaret û bê exlaqiya li dijî jina rûmet, bi tirs û xofa dilê dijmin û zihniyeta binketî ve girêdayî dibînin. Jiber ku ji jina berxwedêr û şoreşgeran ditirsin û jibo binxistin û tunekirina jinan êrîşên bê exlaq, nerast û derewker bikartînin û di roja me ya îro de jî ev zihniyet xwe dide nîşandan. Ev êrîşa li ser jina berxwedêr û şoreşger îfadeya li dijî sîstema demokratîk û azadixwaze.
“Êrîş Û Heqereta Li Ser Hevseroka Kck’ê Û Dagırkerıya Li Ser Herêma Başûr Û Li Hemberî Jiyana Azad Û Sîstema Netewa Demokratîk E!!! “
Di weşana qenala K24’an de bi awayeke zindî ji aliyê îxanetkar û hevkarê Kurdan ve heqaret û bê exlaqiyeke mezin li dijî hevseroka KCK’ê hatiye kirin û sipîkêrê bernameyê bêyî ku mudaxele bike şîrovekirina wî şexsiyetî bi pirsên xwe ve hîn zêdetir derxistiye pêş. Ev nêzikatî û feraseta vê weşana bernameyê bi awayeke wekirî radixe li ber çavan û hevkariya wan bi şerê taybet ên nav-dewletî re dide xuyakirin. Tilya wan di şerê dagirkirinê de heye û dixwazin ev dagirkeriya li Başûr pêktê bi rêya ragihandinê ve dixwazin meşrû bikin û mejiyê civakê şîlo bikin daku bikaribin yekitî û destkaftiyên hêza gelê Kurdan ji holê rabikin.
Lê belê, divê pir baş bê zanîn ku pêkhatina êrîş, hakaret, qetilkirina li ser her jinekî wê dehan car bibe sedemên şoreşa avakirina jiyana azad û demokratîk û li hemberî zihniyeta desthilatdar, dagirker û êrîşkar rêxistinkirina jinan dikin esasê jiyana alternatîf a li dijî sîstema koledariyê disekinin.
Li ser van esasan em wek Kongra Star carekedin vê êrîşa haqaretwariya li hemberî hevseroka sîstema konfederalîzma demokratîk û li ser gelê herêma Başûr dagirkeriya ku ji aliyê hevkariya PDK’ê û dewleta Tirkiyê ve pêk tê, em şermezar dikin û xezeba hemû jinan li ser wan de dibarînin.

KOORDÎNASYONA KONGRA STAR A ROJAVA

Back to top button