Arşîv

‘Êrîşa li dijî Besê Hozat berdewama êrîşên dagirkeriya Tirk e‘

Televizyona K24 a ku li Başûrê Kurdistanê bi zimanê Kurdî weşanê dike û ya girêdayî istixbarata Tirkiyê, di bulteneke zindî de êrîşî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat kir. Ev êrîş ji aliyê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî nerazîbûnê hat.

Îro bi dehan jinên navçeya Tirbespiyê û Dêrikê li ber navenda Kongreya Star kom bûn û daxuyanî dan. Jinan êrîşa çapemeniyê di şexsê Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’êBesê Hozat de wek êrîşek li dijî her jineke şoreşger û têkoşer ji bo azadiyê hesibandin.

Jinan tekez kirin ku ev êrîş hevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk a dagirker re isbat dike.

Back to top button