Arşîv

Salîhe Mislim a 85 salî: Em ê bi gelên xwe re azad bijîn

KOBANÊ – Salîhe Mislim 85 salî ye û 50 sal in jî li gundê Ziyaretê dijî. Salihê di sala 2014’an de ji ber êrîşên DAÎŞ’ê gundê xwe terk kir û piştî ku Kobanê rizgar bû carekdin vegeriya ser axa xwe. Salîhe, niha diçe serdana çalakiya mertalên zindî ya ku ji bo parastina sînorên xwe kon veda ne û got: “Ez bi hêvî me ku wê rojekê ev dîwarên şermê ji nava welatê me rabin û em ê bi gelên xwe re azad bijîn.”

Salîhe Mislim 85 salî ye û 50 sal in li gundê Ziyaretê ya navçeya Qinêya bajarê Kobanê ya Rojavayê dijî. Her wiha Cereblus dikeve rojavaya gundê Ziyaretê û niha Cereblus di bin kontrola tirkan de ye. Her wiha şêniyên gundên ku nezî Cereblusê dijîn ji jiyana xwe bi fikarin, ji ber ku gundê Ziyaretê di demên borî de bû şahîdê zordarî û zilma DAÎŞ’ê. Şeniyên gund ji ber tirsê li ser xaniyên xwe dijîn û nahelin ku zarokên li gund bilîzin.

Ji bo parastina sînoran li gundê Ziyaretê konên mertalên zindî hatin vedan. Şêniyên gund bi serdanên xwe xwedî li çalakiya mertalên zindî derdikevin. Jina temen mezin Salîhe Mislim bû şahîda hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê. Salîhe, di nêrînên xwe de bal kişand ser 2014’an a êrîşên hovane ya DAÎŞ’ê.

‘Leşkerên tirk astengî derxistin’

Salîheyê derketina xwe ya ji gund bi wan peyvan anî ziman: “Serê sibêhê şervanên YPJ û YPG’ê agahî dan me û gotin li vir derkevin. Wê demê çeteyên DAÎŞ’ê ketibûn gundê Zor Mixarê û Beydaiyeyê. Gundên ku ketibûn destê çeteyan nêzî gundê me bû. Di nav gundiyan de tirsek hebû. Şervanan hewl dan ku em ji gund derkevin. Ji ber ku hevjînê min li dora 90 salî bû û felc bû ne karî ji gund derkeve. Kurê minê mezin bavê xwe bi ereboka destan xwest xilas bike lê kêm mabû ku em bighejîn sînorên tirkan leşkerên tirk me asteng kir. Di vê navberê de çete ketibûn gund. Em di nava mayînan de derbas bûn û em gihiştin aliyê din a sînor. Edî kurê min nekarî bavê xwe xilas bike, ji neçariyê li sînor hişt û hevjînê min di nav destê çeteyan de ma.”

‘Gelek îşkencê lê kirin’

Salîhayê, di axaftina xwe de bal kişand ser êşen heta îro keşandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevjînê min Bedir piştî li gund ma û em çûn her roja min bi girî û qehir dibûhûrîn, min çend caran xwest ku ez werim gundê xwe lê nehiştin ez biçim. Hevjînê min 45 rojan di destê çeteyan de dimîne. Ji ber ku nivîşkan bû nedikarî rabe serpiyên xwe û biçe û nedikarî hewcedariyên xwe pêk bîne. Gelek îşkenceyê dijmirovî li hevjînê min dikin. Piştî 40 rojan wî dibin bajarê Cereblûsê û dikin hepsê de. Li wir keça birayê wî, pê dihise ku di destê wandaye bi alîkariya hinek kesan wî ji destê wan xilas dikin.”

‘Em ê bi gelan re azad bijîn’

Salîhê di dawiyê de qala rizgarkirina Kobaneyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî şerekî giran di sala 2015’an de Kobanê hat rizgarkirin. Roja ku min bihîst Kobanê rizgar bûye, min hevjînê xwe rakir û me berê xwe da bajarê xwe. Dema ku mirov ne li ser axa xwe be weke ku tu darekî ji koka wê qûtibikî û ew dar her roj ziwadibe. Niha li gundê me konê çalakiyên mertalên zindî heye û em ji van çalakiyan pir kêfxweşin. Zarokên min her roj li wirin. Ez bi hêvîme ku wê rojekî ev dîwarên şermê ji nava welatê me rabe û em ê bi gelan re azad bijîn.”

Back to top button