Arşîv

Derya Spî deryaya herî gemarî ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî lêkolînekê Derya Spî deryaya herî qirêj a li Ewropayê ye. Di nava 30 salên dawî de çopa li Derya Spî bi sê qatî zêde bûye.

Enstîtuya Lêkolînên Karên Deryayê yên Fransayê (Ifremer) der barê çopa li Derya Spî ya navbera salên 1994’an û 2017’an de lêkolîneke berfireh kir. Di lêkolînê de hat ragihandin ku rêjeya çopa li Derya Spî her sal cuda jî be ji sala 2009’an û vir ve zêde dibe.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku çop bi giranî ji kîsên plastîk, şûşeyên plastîk, şûşeyên metalîk, amblalajên xwarinê, benên sentetîk, torên masîgiran û cilan pêk tê. Plastîk bi tena serê xwe 60 ji sedî yê çopê ye.

Di lêkolînê de hate tespîtkirin ku ji sala 1990’î û vir ve çopa li Derya Spî bi sê qatî zêde bûye. Yekîtiya Ewropayê beriya çend mehan biryarek wergirtibû û diyar kiribû, ku ji sala 2021’ê û pê ve berhemên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn wê qedexe bin. Lê belê tê gotin ku ji bo bandora vê yekê bê dîtin pêwîstî bi demê heye.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27