Arşîv

Otobûsên şaredariya Qamişloyê dest bi xizmetê kirin

QAMIŞLO – 5 otobûsên nû yên şaredariya Qamisloyê ketin xizmeta gel. Bi taybetî jin bi hatina otobûsan kêyfxweşîn û gotin: “Hatina otobûsan dê pirsgirêkên me yên rê çareser bike û em ê rihetir biçin bajêr.”

Di van demê dawî de pirsgirêkên gel yên rê pir bûn, piraniya karmend, şagirt û her wekî din ji karê xwe dereng diman. Jî Şaredariya Bajarê Qamişloyê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, 5 otobûsên mezin ketin xizmeta gel. Otobûs serê sibêhê di saet 07.00’an de dest pê dike û heta 20.00’an xizmet dide. Jinên ku li Qamişloyê dijîn qala xizmetên otobûsan kirin û gotin: “Em kêfxweşin ku şaredariya gel ji bo gelê herêmê projeyên bi vî rengî li pêş dixin.”

‘Karê me hêsan bû’

Zekiya Cemîl şêniyê Qamişloyê ye û diyar kir ku gelek kêyfxweşîn û wiha got: “Êdî rê li ber me hêsan bû. Beriya ku otobûs tunebûn em bi gelek pisgirêkan re rû bi rû diman. Niha em kijan demê bixwazin em ê karê xwe li derve rihetir bikin û bi leztir bighêjin cihê xwe.”

‘Bila projeyên bi vî rengî bên zêdekirin’

Esiya Salim her roj di nav zehmetiyan de berê xwe dida karê xwe û wiha axivî: “Dema em sibêhê radibûn, em jin li hev kom dibûn û li benda otobûsan diman. Ji bo ku em biçin bazarê û pêdiviyên xwe xwe bînin. Niha em bi rehetî dikarin karê xwe pêk bînin. Em hêvî dikin ku projeyên bi vî rengî bêhtir bên zêdetirin û xizmetê bidin şêniyên xizan.”

Back to top button