Arşîv

Leşkerên Tirk li Kobanê zarokek bîrandar kirin

Nûçegihanên me ji Kobanê ragihandin ku sekvanên artêşa Tirk a dagairker ên li ser sînorê îro piştî nîvro gule avêtin zarokê bi navê Mahir Hesen ê 17 salî ê ji gundê Seftek ê rojavayê Kobanê. Mahîr dema ku diçû alîkariya malbatê xwe bike da ku xaniyê gundê li nêzî sînor biseyîne ji aliyê sekvanên artêşa Tirk a dagirker ve hate gulebarankirin û di serî xwe de birîndar bûn.

Welatiyan zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Kobanê, ji ber ku rewşa wî giranbû ji bo nexweşxaneyên Minbicê hate veguhestin.

Artêşa Tirk a dagirker îro jî gule bêserûber li şêniyên gundên Alîşar ê rojhilatê bajarê Kobanê reşandin, di gulebaranê de tiştek bi kesî nehat.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27