Arşîv

Li Reqayê kluba “Platînyom” hat vekirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê yekemîn kluba xurkirina gewdeyê li bajarokê Kîsrat vekir. Di merasîma vekirinê de endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê, Yekitiya Werzîşê ya Reqayê û gelek kesên ku girîngiyê didin werzîşa coşa bedenî, amade bûn.

Vekirin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre deriyê klubê ji hêla hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê Enwer Ehmed ve hat vekirin. Beşdaran li naverasta klubê giriyan.

Girêdayê mijarê perwerdekarê Platînyomê, Zekeriya El-Elî ji ajansa me ANHA’yê re got: “Ciwana ji çûn û hatina ji gundan ber bi bajarê ve astengî dikişandin. Ji lew re ev klub ji bo werzîşvanên gundewarên başur hat vekirin.”

Ji aliyê xwe ve jî hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Enwer Ehmed bi bîr xist ku Yekitiya Werşîzê dê werzîşvanên Reqayê yên di vî warê de kom bike û turnuveyên wê bi rêve bibe da ku beşdarî turnuveyên li ser astên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Li gor perwerdekar Zekeriya El-Elî aniye ziman ku dê hola coşa bedenî ya jinan li gundewarên başurê Reqayê jî vebe.

Back to top button