Arşîv

‘Xwarinên herêmî ruhê komînal didin avakirin’

QAMIŞLO – Dayikên li Qamisloyê dijîn çanda çêkirina xwarinên herêmî didominin û gotin: “Çêkirina xwarinên herêmî zindîkirina ruhê çanda dayikên kurda ye. Hêviya me ew e ku xwarinên me yên herêmî neyên jibîrkirin û her dayikek divê çêkirina xwarinên herêmî hînê zarokên xwe bikin’

Di nava civakan de çandên cuda cuda hene yek jî çêkirina xwarinên herêmî ye. Ziman, li xwekirina cil û bergan û her wekî din gelek amûrên din çandeke mirovan e. Bi taybetî dayikên kurd xwedî li çana xwe derdikevin. Dayik bi taybetî naxwazin cûreyên xwerinên herêmî winda bibin. Dayikên li Qamişloyê dijîn bi cîranên xwe re serê sibêhê dest bi çêkirina xwarinê dikin û bi hev re jiyaneke komunal ava dikin.

Gulîstan Eseed 62 salî ye, heta niha tu carî xwarinên derve neanîne mala xwe û wiha dibêjê: “Dema em xwerinên gelerî çêdikin dayikên me dikevin bîra me. Dema em zarok bûn tim li derdora agir li ber benda çêkirina xwerînê bûn. Bi eşqeke mezin em li benda dayika xwe diman. Ew hestên berê gelek xweş bû. Cara ez van xwarinan çêdikim jî bayê kêfxweşiyê li dilê min dixe. Ji bo wê jî em fêrî jiyana dilnizim û dayina kedê bûne. Em nikarin dev jê berdin, xwarinên me xwarina dayikên me yê û her tim rûkeniyê tînin bîra mirovan. Divê em tim vê çandê biparêzin û xwedî lê derkevin.”

‘Em xwarinê bi hev re çêdikin’

Gulîstan qala cûreyên xwarinên dayikên kurdan dike û wiha pêl da axaftina xwe: “Dema me temeşe dikir çawa dayikên me van xwarinan çêdikin, em fêr dibûn û gelek caran me alîkarî jî dida dayika xwe. Cûreyên xwarinên kurdî pirin ji wan serûpî, mehir, danûk, kutilk û bacanên reş yên birajtî. Ji xwe taybetmendiya çêkirina van xwarinan jî ew bû ku cîran û jinên gund li hev komdibûn û civat dihat gerandin heyanî xwarinên wan çêdibûn û li hev jî belavdikirin. Yanî her kes ji xwarinên kesên din dibû xwedî par. Ev hemû rojên xweşbûn ruhê komînal bi me re dida avakirin.”

‘Xwarinên me xweş in’

Gulîstan destnîşan kir ku ev xwarinên herêmî di roja me yê îro de kêm malbat çêdikin û wiha dirêjî li axaftina xwe anî: “Ez niha xwarina bacanên reş yên birajtî çêdikim. Ez û cîrana xwe bi hev re ji siharê zû rabûn, em pêdîviyên çêkirina vê xwarinê komdikin. Em li ser danê nîvro ji malbata xwe re çêdikin. Ji xwe me siharê zû despêkir. Ji ber tava rojê hîn hînike, dayikan em sibêhê zûtir des bi xebatên û xwarina xwe dikin. Lê di roja me yê îro de ev xwarin pir nayên çêkirin, nifşên nû di ferqa vê dîrokê de nînin. Ev xwarin mesrefa wê nîne her malbatek dikare çêbike, xwarinên me xweş û paqijin ji ber dayik bi destê xwe çêdike.”

‘Divê dayik çêkirina xwerinên herêmî hînê zarokên xwe bikin’

Gulîstan destnîşan kir li ser rêbazê çêkirina xwarina bacanê reş yên birajtî û wiha got: “Bacanên reş yên birajtî xwarineke kevnare, di demsala havînê de tê xwarin û hem ji zivistanê re tê hilandin. Cûreyên wê jî dû xwarin jê çêdibin yek jê tê pirajtin û qelandin û bi şînkayirê re tê xwarin, a din jî biharat û sîr lê tên zêdekirin û wiha tê xwarin bi navê mitebelê em didin nasîn. Hêviya min ew e ku xwarinên me yên herêmî neyên jibîrkirin û her dayikek bi zarokên xwe bide heskirin wisa ne çanda me winda dibe û ne jî zarokên me fêrî xwarinên derve dibin.”

‘Em ê çanda xwerinên herêmî biparêzin’

Dayika Sîham Ehmed temenê xwe 55 salî ye li gel dayika Gulîstan xwarinên xwe çêdikê û dibêje ku ew şad û bextewar dibe dema xwarinên kevnar çêdike û wiha dibêje: “Her serê sibehê li gel cîranên xwe rûdinim û bi hev re em dihezirin çi xwarinê herêmî çêbikin, em bi hev dişêwirin û paşê des bi çêkirina xwarina xwe dikin. Ev rastiya me ye em nikarin di roja îro de winda bikin eger em xwarinên xwe winda bikin sibe em dîrok, ziman, cil û bergên xwe jî winda bikin wê çaxê em ê wekî jinên bê nasname bimînin. Ji bo wê jî heya ji me tê em ê çanda xwerina xwe biparêzin û fêrî li zarokên xwe bikin. Çêkirina xwarinên gelîrî zindîkirina ruhê çanda dayikên kurd e.”

Back to top button