Arşîv

Jinên efrînî banga alîkariya dermanan kirin

ŞEHBA – Jinên Efrînê yên ku li kampên Şehbayê bi cih bûne, bi nexweşiyên cur bi cur re rûbirû ne û bang li saziyên mafên mirovan kirin ku divê alîkariya dermanan ji bo wan bikin.

Şêniyên Efrînê yên ku li kampên Şehbayê bi cih bûne li hember her cureyên astengiyê, berxwedana xwe ya jiyanê didomînin. Di nav penaberan de nexweşiyên cur bi cur hene. Teşhîs tên kirin lê ji bo tedawiyê derman kêm in. Ligel kêmbûna derfetan Heyva Sor a Kurd alîkariyê dide gel. Jinên bi navê Zefet, Sediqa û Fatma bal kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê û gotin li vir derfet pir kêm in û derman kêm in û divê saziyên ku mafên mirovan diparêzin alîkariya dermanan ji bo wan bikin.

‘Penaber li benda alîkariya dermanan e’

Zefet Yûsif li ser nexweşiya keça xwe ya 35 salî axivî û wiha got: “Keça min nexweş e û alîkarî divê, dema nexweşiya wê lê vedigere hemû tiştan dişkîne û êrîşî me dike. Her ji 15 rojan divê bê derzîkirin. Ji ber kêmbûna derfetan em nikarin tedawiya wê bikin. Ger ez derman nedim wê nexweş bikeve. Divê hemû saziyên ku mafên mirovan diparêzin, alîkariyê bidin mirovên nexweş ên li kampan dijîn.”

‘Derman kêm in’

Sedîqa Silêman a 50 salî ye jî banga alîkariya dermanan kir û wiha axivî: “Nexweşiya min jî şekir e. Ez gelek aciz im, rewşa hewayê bandorê li min dike. Lê tişta herî girîng jî kêmbûna dermanan e. Ev tişt dibe sedema pêşketina nexweşiyê. Ez li vir bang li hemû sazî û dezgehên navneteweyî yên mafên mirovan dikim ku alîkariyê bidin şêniyên Efrînê.”

‘Divê alîkariya dermanan bê kirin’

Fatma Dawut Mûsa ya 55 salî ye nexweşiya şekir pêre heye û pirsgirêka peydakirina derman dijî û wiha got: “Ji ber nexweşiya şekir û dil her êvarê ez astengiyan dijîm û bêhna min diçe. Beriya ku em ji Efrînê derkevin ez çûm gel bijîşkan û derman dan min. Lê pêwiste ez her dem dermanên xwe bikarbînim. Lê mixabin di aliyê dîtina dermanan de em zehmetiyan dikşînin. Yên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin pêwiste di hêla dermanan de alikarî bidin şêniyên Efrînê.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27