Arşîv

Jinên Minbicê: Ji bo dagirkirinê her tim li hincetan digerin

KOBANÊ – Jinên kurd, ereb, tirkmen û çerkez li dijî dagirkeriyê piştgirî didin çalakiya mertalên zindî û gotin “Herêma ku Erdogan qal dike bi ewleye û ji bo dagirkirinê hincetan digerin. Em ‘ewlehiya ku dagirker avadikin naxwazin’.”

Gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn li dijî dagirkeriyê di nav tevgerê de ne û bi taybetî çalakiya xwe ya mertalên zîndî bi bîryarî didomînin. Her roj bi sedan kes tên serdana konên mertalên zindî. Çalakiya mertalên zindî ya Qeremoxa li Rojhilatê Kobanê, ya li gundê Ziyaretê yê navçeya Qinê ya li rojavayî Kobanê û ya li Kantona Girê Spî didomin. Jinên Minbicê ku serdana çalakiya Mertalên zindî ya gundê Qeremox ê Kobanê kirin, fikr û ramanên xwe anîn ziman. Jinên ereb, çerkez, tirkmen û kurd gotin ku ew ‘ewlehiya tirk ava bikin’ naxwazin

‘Axa me rûmeta me ye’

Hîzam Mihmed a ereb berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em bi sedan kes li pêşberî artêşa tirk sekinîne. Em nabêjin dewleta tirk, ji bo me osmanî ne. Îro Erdogan dixweze axa me dagir bike. Em ê xeyalên dagirkirinê têk bibin. Niha tirk 35 km li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fermî dagirkeriye. Em gelên li vê herêmê dijîn li dijî dagirkirinê dê li qadan bin. Axa me rûmeta me ye.”

‘Em Çerkez bi gelên xwe re ne’

Rûweyda Silêman a ku bi eslê xwe Çerkez e jî diyar kir ku dewleta tirk ewlehiya gelan hedef digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erdogan çav berdaye Minbicê. Em tu carî perçeyeke Minbicê nadin wî. Ez wekî çerkez dibêjim em niha di nav aramiyê de dijîn lê dewleta tirk nahêle û me hedef digire. Em Çerkez bi gelên xwe re ne. Em zarokên vê axê nê. Em rê nadin tu hêz welatê me dagir bike.”

‘Erdogan ji bo dagirkirinê li hincetan digere’

Bêrîvan Derwîş a ku şêniya Minbicê ye û bal kişand ser hincetên dewlet tikr wiha got: “Em ji tirkan re dibêjin hûn çend hewl bidin jî hûn nikarin jiyana me xirab bikin. Baweriya me bi pergala me heye. Erdogan nikare pirsgirêkên me çareser bike. Dewleta tirk her tim ji xwer ji bo dagirkirinê li hincetan digere.”

‘Em ewlehiya ku tirk pêk bînin naxwazin’

Meryem El-Heyanî ku erebe jî bal kişand ser rewşa ku tê de dijîn û wiha axivî: “Me îro berê xwe daye Kantona Kobanê. Em dagirkirinê red dikin û em dixwazin di nav aramiyê de bijîn. Di nav projeya Netewa Demokratîk de em hemû yek in. Çete û hevalbentên çeteyan qaşo ji bo ewlehiya gel Efrîn, Cerablus, Ezaz û Bab dagir kiribûn. Lê niha encam çi ye li ber çava ye? Demorafiya herêmê hat guhertin, xweza hat talankirin û gel ji axa xwe hatin derxistin. Heke tirk ji bo ewlehiyê wisa dikin, bila qet ji bo ewlehiyê nekin û em vê ewlehiyê naxwazin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27