Arşîv

Li Şehbayê jin dibin bersiva pisgirêkên civakê

ŞEHBA – Piştî rizgarkirina Şehbayê, ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan 4 navend hatin vekirin. Rêvebera Mala Jinan Rifet El Ehmed, diyar kir ku jin her tim bûn qurbana zîhniyeta serdest û got: “Lê îro jin kêm an jî zêde bi pirsgirkên xwe re mijûl dibe û dikare bibe bersiva pirsgirêkên civakê jî.”

Piştî rizgarkirina herêma Şehbayê ji çeteyên DAIŞ’ê, êdî ewlehiya Şehbayê ber bi aramiyê ve çû. Di nava 3 salan de sazî û dezgehên herêmê hatin avakirin. Pergalek hat afirandin. Her wiha tişta herî girîng jî jinan di avakirina pergal, sazî û dezgehan de roleke sereke lîstîn. Jin bûn pêşengên civakê. Li Şehbayê 4 navendên jinan hene û bi pirsgirêk û dozên jinan re eleqedar dibin. Têkildarê avakirina navendên jinan, rol û mîsyona jinan a di nava avakirina pergalê de revebera Mala Jinan a navçeya Fafîna Şehbayê Rifet El Ehmed axivî.

‘Jinên zana pêşvetir bixin’

Rifet di despêka axaftinên xwe de qala armanca vekirina Mala Jinan kir û wiha dom kir: “Armanca vekirina saziya jinê ji bo tevahiya jinan bingehek ava kirina bingehekê ye û jin bikarin li dijî zor û tundiyê têbikoşin. Dema me saziya xwe ava kir em bi pirsgirêkan re rûbirû man. Pirsgirêkên me yên sereke rêxistinbûyîn, danasîna xebatan û fêmkirina kesayetan bû. Lê piştî demek derbas bû û me perwerde dan destpêkirin kêm bê jî pirsgirêk hatin çareserkirin. Em dixwazin ji bo hemû jinan azadiyê misoger bikin û jinên zana pêşvetir bixin.”

‘Jin bûye qurbana zîhniyeta deshilatdariyê’

Rifet, diyar kir ku jin bûne qurbana zîhniyeta serdest û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Jin ji ber zîhniyeta mêrsalariyê di nava çarçoveyeke teng de maye. Jin îro bi pirsgirkên xwe re mijûl dibe û dikare bibe bersiva pirsgirêkên xwe. Jin her tim bûye qurbana pergala zîhniyeta serdest. Lê niha jin bi vîneke mezin li hemberê van kiryaran li ber xwe dide û pêşengiya xwe ji bo civakê misoger dike û bi fikrê pergala Netewa Demokratîk tevdigere.”

‘Perwerdekirina malbatan girîng e’

Rifet, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zewicandina bi zorê ya di temenê biçûk de û wiha bi dawî kir: “Di nav civakê de pirsgirêka ku em bêhtir bi rast tên zewicandina zarokan e. Ji bo me perwerdekirina malbatan girîng e. Dema ku em rêbazên şaş ya di nava civakê de hatine rûniştandin ji holê rakin dê malbat û civak azad bibe. Her wiha jina ku di nav civakê de hatine kolekirin, tenê jin bi hilbijartina têkoşînê dikare li ser piyên xwe bisekine.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27