Arşîv

Ji ciwanên Şengalê pêşangeha wêneyan

ŞENGAL – Bi minasebeta salvegera fermana 3’yê tebaxê, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidîxanê pêşangeha wêneyan vekirin. Di pêşangehê de wêneyên fermanê yên êrîş, koçberî û rêwitiyê hatin pêşandan.

Ji hêla Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidîxanê ve pêşangeha wêneyan hat vekirin. Di pêşangehê de wêneyên kêliyên fermanê hatin pêşandan. Wêneyên ku fermanê vedibêje, koçberiyê, rêwitiyê û êşê vedibêje hatin nîşandan.

Xezal Îbrahîm di serdana xwe ya pêşangehê de bal kişand ser êrîşên DAÎŞ’ê û wiha got: “Di dema fermanê de gelek jin û zarokên keç hatin revandin. Divê em tu carî fermanê ji bîr nekin. Divê em ji çanda xwe ji dûr nekevin. Her wiha dema ez hatim pêşangehê û min ev wêneyan dît, ez gelek hestiyar bûm.” Xezal di axaftina xwe de bang li Êzidiyên din kir ku bila vegerin ser axa xwe. Di pêşangeha wêneyan de sînevîzyona ku qala fermanê dike hat nîşandan.

Her wiha Yektîtiya Jinên Ciwan ên Êzdîxanê û Yekîtiya Ciwanên Êzdixanê bi boneya salvegera fermanê dê meşek li dar bixin. Meşa ciwanan dê di 2’yê tebaxê di saet 16.00’an de li Dîgorê dest pê bike.

Back to top button