Arşîv

′Dewleta Tirk A Faşîst Hewl Dide Vîna Me Bişikîne′

Kongerya Star a navçeya Cindirêsê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kir û da zanîn ku Tirkiyê bi vê yekê hewl dide vîna gelê Kurd bide şikandin.

Bi dehan Endamên Kongreya Star li pêşiya navenda xwe ya li navçeya Cindirêsê kom bûn û ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin

″Dewleta Tirk bi tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, hewl dide vîna gelê Kurd bide şikandin. Lê Kurd li hember planên Tirkiyê hişyar bûn û ji bo azadiyê, berxwedan û têkoşîna xwe didomînin.

Bi navê Kongreya Star a navçeya Cindirêsê, em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermer dikin. Dewleta Tirk nikare me ji felsefeya Rêberê me dûr bixe. Em ji civaka navneteweyî û Rêxistinên Mirovî dixwazin ku serdana Îmraliyê bikin.″

Back to top button