Arşîv

Ayşe Cafo: Armanca yekem a komkujiya Şengalê, jin bûn

3’yê Tebaxê salvegera 5’emîn a êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê ye. Ev êrîş bû Fermanya 74’an a li ser gelê Êzîdî. Di Fermana 74’an de jî komkujî pêk hat. Zêdetirî 6 hezar jin û zarokên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin. Çeteyan ew jin û zarok li sûkên Reqa, Dêrazor û Mûsilê firotin.

Bi rasthatina salvegera 5’emîn a komkujiyê re, nûçegihana ajansa me bi cîgira hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk Ayşe Cafo re hevpeyvînek çêkir. Ayşe komkujiya hovane ya li ser gelê Êzîdî şermezar kir û got: “Ev êrîşa li ser Şengalê, êrîşa dewletên desthilatdar a li ser etnik û olên herêmê ye. Ev êrîş di serî de gelê Kurd kir hedef.”

Ayşe destnîşan kir ku dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, beriya her tiştî jin kir hedef. Ayşe got: “Ji ber ku jin jiyanê diafirîne û civakê bi rêxistin dike. Ji lewre destpêkê jin armanc girtin. Li dijî jinan sûcên hovane, kuştin, tecawîz û ji wê jî zêdetir bi hezaran jin revandin û li sûkan mîna koleyan firotin.”

Ayşe Cafo di dawiya axafina xwe de wiha got: “Bi piştevaniya Hêzên Paratina Gel (HPG), YPG, YPJ’ê gelê Êzîdî ji terora DAIŞ’ê rizgar bû. Bi wê re jî Êzîdî li ser lingên xwe sekin û xwe ji nû ve bi rêxistin kirin. Her wiha jî hêzên xwe yên leşkerî jî ava kirin da ku civaka xwe ji komkujiyan biparêzin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27