Arşîv

Netewî Xemgîn: Di Şengalê de gelê azadîxwaz bi ser ket

BEYRÛD – Endama Rêveberiya Kongreya Star a li Lubnanê Netewî Xegmîn a ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê maye û bûye şahida zindî ya fermana civaka Êzdî çîroka roja fermanê vegot. Netewî got: “Êşên fermanê nayên jibîrkirin. Bûyerên îxanetê ji ber çavên min naçin.”

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî civaka Êzidî ya li Şengalê kirin. Bi êrîşa hovane li Şengalê nirxên mirovahiyê binpê kirin. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star a li Lubnanê Netewî Xegmîn a ku di fermanê de bû şahida qirkirina civaka Êzidî, tiştên di rojên fermanê de hatin jiyîn bi me re parve kir.

‘Di destpêka êrîşan de em rastî zehmetiyên mezin hatin’

Netewî Xemgîn wiha got: “Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de em bûn şahidê bûyerên ku nayê jibîrkirin. Dema êrîş li ser Şengalê hatin kirin di destpêkê de me got em ê çawa pêşiya vî şerî bigirin. Ji ber rêya herî dawiyê em pê difkirîn ku em derkevin. Di destpêkê me gelê Şengalê li hev komkirin û me got her kes di mewziyên xwe di gund û bajarên xwe de de şer bike. Wê demê jî derfetên me yên şer kêm bûn. Çekên me tune bûn, tecrûbeya vî gelî di şer de û qordîneyên ku vî şerî bi rê ve bibin nebûn. Em rastî zehmetiyên mezin hatin. Lê me dev ji hewldana xwe ya têkoşînê bernedan.”

‘Hemû hêzên leşkerî yên di Şengalê de pişta xwe da me û reviyan’

Netewî destnîşan kir ku li ser hêzên ku li Şengalê diman û dema şer nêz bû her kesî pişta xwe da civaka Êzidiyan û wiha axaftina xwe domand: “Di nava xebatê gel de dixebitîm, tenê ez û 3 hevalên xort hebûn. Berî ku şer bi hefteyekê biqewime me bangewazî li hikûmeta Başûr kir ku xeteriyeke mezin li ser Şengalê heye, ji bo wê divê her kes xwedî li Şengalê derkevin. Bangewaziya me ji bo Iraqê jî hebûn ku qeweta leşkerî derbasî Şengalê bibe û biparêzê da ku gel bi qirkirinek mezintir rû bi rû nemînin. Berî 5 rojan jî hêzên Iraqê vekişiyan û her tişt teslîmî hezên pêşmergeyên PDK’ê kirin, di danê êvarê de pêşmerge reviyan. Me dixwest em hêzeke parastinê ava bikin, da ku hêzeke Êzidiyan hebe. Gel jî negihaşt bû wê astê ku hêzek were avakirin. Pêwîstiyê civaka Êzdiyan hîn bi rêxistinkirinê hebû. Şengal ji bo Gelê Kurd gelek girîng. Gerek ev xak nehata teslîmkirin. Li wicdanê xwe hatiba guhdarkirin. Tu heqê hikûmeta Başûrê Kurdistanê nebû ku ixanetê li civaka Êzidî bike.”

‘Xwestin di Şengalê de rihê berxwedanê bişkînin û civaka Êzidî teslîmî DAIŞ’ê bikin’

Netewî bal kişand ser hewildanên xwe bi pêşmergeyan re da ku çekên xwe radestî wan bikin û pê Şengalê biparêzin û wiha dibêjê: “Dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê pêk hat, me ji pêşmergeyên PDK’ê xwest ku çekê xwe radestî me bikin da ku em jin ji bo Şengalê şer bikin û biparêzin. Çend caran me dest davêt çekên wan lê her ne dixwestin bidin me. Dixwestin di Şengalê de rihê berxwedanê bişkînin û civaka Êzidî teslîmî DAIŞ’ê bikin. Axa Şengalê firotin, rûmeta axê binpê kirin û çekên xwe hemû birin. Min bi çavê xwe dît çawa bi erebeyên xwe pê li zarokên Êzidiyan dikirin û direviyan. Nedihiştin Êzîdî xwe bigihînin çiya. Pêşmergeyên PDK’ê wijdanê wan hatibû windakirin, tenê digotin ferman ji me re hatiye ku em şer nekin. Mirin ji bo axê rûmet e. Dema dil û îrade yek be tu kes nikare êrîşan li ser axa me bike. Heger me Şengal berda ba wê dîrokê me şermezar kiriba.”

‘Ez çiqas qala hestên bi êş bikim jî ziman têrî axaftinê nakê’

Netewî di nava axaftinên xwe de behsa bûyerên ku li ber çavên wê qewimîne kir û got:”Ji bûyerên ku min bi çavên xwe dîtin dema em hilkişiyan çiyayê Şengalê û DAIŞ ketin Şengalê de, çeteyan 5000 hezar jin birin, mêr û zarok jî girtin û kuştin. Malên gel wêran kirin, zarok li ber germa havînê ji tîna fetisîn, ji bilî hestên şikandinê, îxanetê û bê xwedî derketinê. Ez çiqas qala van hestên bi êş bikim jî gotin têrê nakê. DAIŞ derdora çiyayê Şengalê dorpêç kir û xwestin êrîşî çiya bikin, tenê doçkak di destê me de hebû, me bi wê çeka tenê derbe li DAIŞ’ê xist. Wê çaxê civakaÊzdî bawerî bi hêza xwe anî. Çekên me ne xurt bûn lê belê îradeye me xurt bû.”

‘Hêzên YPJ/YPG’ê dengê Êzidiyan bihîstin û axa Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê parastin’

Netewî di dewamiya axaftina xwe de balê dikşînê ser berxwedana hêzên azadîxwaz yên ku Şengal parastin û wiha dewam kir: “Dema şer giran bû me bangewazî li hêzên parastina gel li Rojavayê Kurdistanê kirin. Hêzên parêzvan YPJ/YPG’ê dengê Êzidiyan bihîstin û axa Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê parastin. Eger mirovek wijdanê wî hebe wê vê rastiyê bîne ser ziman. Ji bo em rastî şaşîtiyên dîrokê neyên û ferman dubare ne bin, me dît pêwîstiya civaka Êzîdî jî bi hêzeke serbixwe heye ku çand, ax, ziman û hebûna xwe bi xwe biparêzin. Li ser vî esasî me Yekîneyên Parastina Şengal (YPŞ) ava kir. Ev hêz hatin perwerdekirin û rêxistinkirin û ji bo rizgariya Şengalê hatin amadekirin.”

‘Avakirina hêzên parastina jinê ya li Şengalê tolhildana jinên Êzidî ye’

Netewî wiha dewam kir: “Piştî demekê ji avakirina hêzên Yekîniyên Parastina Şengalê (YPŞ) û weke ku tê zanîn çeteyên DAIŞ’ê gelek jinên civaka Êzîdî revandin, avakirina Yekîniyên Parastina Jinên Şengalê bersiva hovîtiya DAIŞ’ê bû. Jinên ku di 3’yê Tebaxê de hatin revandin divê em wan rizgar bikin û tola wan hilînin. Avakirina hêzên jinên Şengalê serkeftinek bû. Me bersiva ixaneta li ser nirxên jinê da, ji ber ev êrîş li ser jinên kurd tevahî bû.”

‘Êşên fermanê nayên jibîrkirin bûyerên îxanetê li ber çavên min naçin’

Netewî pêvajoya piştî rizgarkirinê nirxand û wiha got: “Piştî rizgarkirina Şengalê me Meclisa TAJ’ê ava kir, ji nêrînên gelê xwedî hêz û hebûn hat pêşxistin û xweseriya Şengalê hat îlankirin. Dema digotin em ê civaka Êzîdî tune bikin nizanîbûn kû wê pilanên wan bi binkevin û wê civaka Êzdî bibe xwedî hêz û rê li pêşiya fermanan bigire. Di Şengalê de gelê azadîxwaz bi ser ket. Êşên fermanê nayên jibîrkirin bûyerên îxanetê ji ber çavên min naçin.”

‘Eger yek jina kurd hebe em ê li hember pilanên qirêj li ber xwe bidin’

Netewî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêber Apo di perspektîfên xwe de tim ji me re digot îxanetê li Gelê Kurd nekin, îxanetê li Şengalê nekin. Ji bo em şermok dernekevin pêşberî gelê xwe, me Şengal bi vîneke azad rizgar kir û em ne poşman in. Ev rastiya me ye û heqîqet li ber çavê her kesî ye. Êşa civaka me êşa me ye. Soza me ji bo tevahî gelê me em ê têkoşîna xwe bikin.”

Back to top button