Arşîv

Komcivîna ji bo salvegera 5’emîn a Komkujiya Şengalê dest pê kir

QAMIŞLO – Bi dirûşma “Parastina rûmeta jinên Şengalê, parastina hebûna jinan ne”, bi pêşengtiya Kongreya Star komcivîna ji bo salvegera 5’emîn a Komkujiya Şengalê dest pê kir.

Îro li hola Zana ya bajarê Qamişloyê di pêşengtiya Tevgera Kongreya Star de komcivîna ji bo salvegera 5’emîn a Komkujiya Şengalê dest pê kir. Bi tevlîbûna 152 delegeyên jin ji sazî, rêxstin û dezgehên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê, her wiha şandeyek ji Yekîneyên Jinên Şengelê komcivînê dest pê kir. Komcivînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

Bernameya komcivînê li ser sê maseyan wê were birêvebirin. Maseya yekemîn dîroke Şengalê ji aliyê olî, çandî û armanca komkujiyê ye. Semîrevanên maseyê Endama Koordînasyona Kongereya Star Hediya Şemo, Seroka Qada Civakê Nedaa Salih, Endama Komîteya Jineolojî Rûmet Heval in.

Maseya duyemîn ew ê derbarê serjimêra hemleyên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê di şengalê de pêk hatin, hijmara jinên ku di destê DAIŞ’ê de mane, her wiha hijmara jinên ku hatine rizgarkirin de be. Semîrevanên maseyê Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê Nesrîn Abdullah, Fermandara YJŞ’ê Hêzda Şengal, Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê Sûsin Bîrhat in.

Mijara maseya sêyemîn wiha ye: Encam û perspektîfên di aliyê hiqûqî de. Semînervanên maseyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, Endama Meclisa Edaletê Ayînûr Başa, Endama Meclîsa Jinên Sûriyanî Sofiya Yûsif in.

Niha komcivîn bi axaftina Berdevaka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd didome.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27