Arşîv

Jinên Reqayê komkujiya Şengalê şermezar kirin

Bi sedan jinên Reqayê û endamên jin ên saziyên sivîl û leşkerî ji bo ku komkujiya Şengalê û qurmaniyên wê bi bîr bînin li stada Reqayê ya beledî kom bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre perde ji ser peykerek sembolîk ku di deriyê têketina stadê de hatiya dayîn, hate rakirin. Piştî wê bi navên Rêveberiya Jin a Reqayê Meryem Ibrahîm, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ehlam El-Hecî û bi navê jina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Intîsar Dawûd axivîn.

Axaftvanan komkujiya Şengalê şermezar kirin û wê bi hovantirîn komkujiyên ku DAIŞ`ê li Sûiyê û Iraqê pêk anîne wesifandin. Her wiha diyar kirin ku ên mezintirîn binpêkirinên ku der heqê jina Êzidî de pêk hatiye.

Axaftvanan pesna rola QSD û YPJ`ê di rizgarkirina şêniyên Reqayê, Şengalê û jinên Êzidî de yên ku hatibûn revandin da.

Piştî bidawîbûna axaftinan Navenda Çand û Hunerê şanoyek bi navnîşan `Şengala mirinê` pêşenda.

Piştî wê jinan ber bi çarxerêya El-Neîm ve bi meşek meşaleyan meşiyan. Jinan li ber çarxeriyê ya li qada ku rizgarkirina Reqayê tê de hate ragihandin rawestîn û piştre endama rêveber a meclisên jin Zelîxe Ebdî daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

“Em spasiya tevahiya beşdaran dikin, ji ber ku tev li bîranîna vê roja bi êş bûn. Em vê rojê di dema ku cîhan diyar dike ku ev serdema azadiyan û hiqûqan e bi bîr tînin. Piştî derbasbûna 5 salan li komkujiya 3`yê Tebaxa 2014`an a ku DAIŞ`ê bi hevkariya Tirkiyê pêk aniye û firotina jinên Êzidî di vê erdnîgariyê de ya ku em îro bi çalakiya xwe radibin de, asta hovîtiya ku der heqê jinan de pêk hatiye isbat dike. Gelo ev û sûcên ku li stada reş a bajaarê Reqayê de pêk hatiye bi xwe têrê nake ku qanûna navdewletî kesên sûcdar ceza bike.

Gelek dever hene şahidên van sûcên hovane ne, qirîna jinan hîna di guhê zarok û jinên Reqayê de ye, lê di wê serdemê de ji tirsa ku çi bi serê wan de were ti kes nedikarî destekê bide.

Bi vê wesîleya xemgîn û dîroka bi êş û tevî serkeftinên jinan li hemberî vê rêxistinê lê kiryarên hovane ji bîr dernayê ku bandoreke gelek mezin kir. Li gorî daneyan qasî 6 hezar û 417 jin û zarok hatin revandin, 3 hezar û 369 jî windayî ne, her iwha derdora 5 hezar jin hatin qetilkirin.

Em bang li civaka navdewletî dikin ku berpirsyartiya xwe ya dîrokî û exlaqî pêk bînin û sînoran li pêşiya van komkujiyan bigire.

Em Rêvebeirya Jin a Reqayê û hemû jinên Reqayê vê komkujiya li ser xelkê Şengalê şermezar dikin, em têkoşîna xwe mezin bikin heta hemû jinên Êzidî daxwazên xwe bi cih bînin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27