Arşîv

Çeteyên Tirkiyê jinek birîndar kirin

Binpêkirinên çeteyên dagirkeriya Tirk ên li ser xeta eniya Sacûrê ya di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk li rojavayê bajarê Minbicê de û gundewarên Babê yên rizgarkirî didomin.

Çeteyên “Mertala Firatê” ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker ên li aliyê gundê Olalşî piştî nîvro, jina bi navê Narîman a 26 salî gulebaran kirin.

Narîman dema di nava zeviyên xwe de yê li gundê Kawkilê yê gundewarê rojhilatê Babê yê rizgarkirî dixebitî hate gulebaran kirin û birîndar kirin.

Gundiyan, Narîman rakirina nexweşxaneya Berkel a bajarê Minbicê. Li gorî bijîşkan Narîman bi du guleyan di serî û mil de birîndar bûye. Piştî gule hatin derxistin rewşa wî aram e.

Rêveberiya nexweşxaneyê diyar kir ku beriya 3 rojan jinek din jî di lingê wê de hate birîndarkirin.

Back to top button