Arşîv

Weda El-Nacî: Dê jin nehêlin 3’ê Tebaxê dubare bibe

TEBQA – Berdevka Komîteya Jinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Weda El-Nacî 3’ê Tebaxê nirxand û wiha got:”Êşa jinên Şengalê êşa jinên Tebqayê bû jî. Em ê nehêlin, komkujiyên Şengalê û Efrînê ku bi serkêşiya Tirkiyê pêk hat, li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dubare bibe.”

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn. Bi hezaran jinên Şengalê hatin revandin û li bazaran hatin firotin. Têkildarî mijarê Berdevka Komîteya Jinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Weda El-Nacî, axivî.

‘Li dijî lîstikan gelê Şengalê li berxwe da’

Wedayê gefên Dewleta Tirk ên li hember her destkeftiyeke QSDê’ bi bîr xist û got:”Gefên Dewleta Tirk ne nû ye, ji ber ku piştî her destkeftiyekên ku Hêzên QSD’ê bi dest dixe, Dewleta Tirk gefan li Gelê Kurd dixwe û niha jî Herêma Ewle kiriye rojevê. Mirov dîroka Tirkiyeyê bixwîne, her dem li dijî gelê Kurd û gelên wekî din qirkirin pêk aniye. Di êrîşa li ser Şengalê de jî lîstikên Tirkiyeyê hene. Li dijî lîstikan gelê Şengalê li berxwe da.”

‘Em ê gavan şûnde neavêjin’

Wedayê wiha dewam kir:”Di cîhanê de yek ji proje ku gel xwe li gorî wê bikaribe xwe bi rêve bibe, birêxistin bike, hebûn û nasnameya wan wekî netew biparêze heye, ew jî Projeya Netewa Demokratîk e. Ev proje hişmendiya desthilatdariyê hilweşandiye şûna wê Rêveberiya Xweser, pirrengî û pirçandî mîsoger kiriye. Projeya Netewa Demokratîk nakeve xizmeta berjewendiyên gelek hêz û dewletan. Loma ev proje tê xwestin vala bê derxistin. Lê em ê gavan şûnde neavêjin. Erdogan baş dizane ku Projeya Netewa Demokratîk, dê bandorê li siyaseta wî li Tirkiyê bike û ber bi pêvajoke nû ve bibe, lewra dixwaze ku Netewa Demoratîk vala derkeve û axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Xewnên Erdogan jî ne tenê Sûriye ye tevahî Rojhilata Navîn e.”

‘Li dijî zextan a herî baş xurtkirina têkoşînê ye’

Wedayê anî ziman ku dê li dijî zilmê têkoşîn her zindî be û wiha got:”Cebhet El-Nusra, DAIŞ û Tirkiye bi hev re ne. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê jinên Şengalê anîn Tebqa û Reqayê li bazaran firotin, kêliyên pir xemgîn bûn ku niha di gotina wê de ziman pûç dibe û çav bi rondik dibe. DAIŞ jinên Şengalê mîna kaxeza zextê bi kar dianîn, da ku tirs û çavşikandinê di dilê gelê herêmê de zêdetir bike. Em ê vê yekê ji bîr nekin. Li dijî zextan a herî baş xurtkirina têkoşînê ye.

‘Dê jin nehêlin 3’ê Tebaxê dubare bibe’

Wedayê bang li cîhanê kir ku li dijî kiryarên dewleta tirk bêdeng nemîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Ji bo komkujiyên Şengal û Efrînê dubare nebin em ê bi jin û ciwanan xwe bi rêxistin bikin û hêza xwe ya parastinê xurtir bikin. Êşa jinên Şengalê êşa jinên Tebqayê bû jî. Em ê nehêlin, komkujiyên Şengalê û Efrînê ku bi serkêşiya Tirkiyê pêk hat, li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dubare bibe.”

Back to top button