Arşîv

Meclîsa Îştar ya wargeha Mexmurê piştgirî da pêngavê

MEXMÛR – Jinên wargeha penaberan a Mexmurê piştgirî dan pêngava ‘Ji bo guhertin û azadiye tu jî rabe ser piyan.’

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo balê bikişine ser tundiya li ser jinê, piştgirî da pêngava ‘Ji bo guhertin û azadiye tu jî rabe ser piyan’ ku ji aliyê Jinên Komelên Jinên Kurdistan ( KJK) ve hatibû despêkirin. Di pêşengtiya Meclîsa Îştar de ji bo piştgirîdayîna vê pengavê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Daxuyanî li bi beşdarbûna bi sedan jinên wargeha Mexmûr li Meclîsa Îştar hat dayîn. beriya daxuyanî dest pê bike ji bo tevayî cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Îştarê Dîmen Bîlen ve hat xwendin. Di despêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan! Her kiryar, kuştin, tacîz û tecawuzên li ser jinê tên pêkanîn polîtîk in. Di heman demê de ev kiryarane di kesayeta jinê de li ser dîrok, civak û hebûna mirovahiyê tên pêkanîn. Di kesayeta jinê de civak û hafizayek mirovahiyê tê qirkirin.Pergala baviksalar ku xwe li ser kolekirina jin û bin xistina çanda jinê, dayîkê daye avakirin, ji bo bi serxistina pergala xwe di her alî de êrîşî; nirx, ked, berhem, dîrok û çanda dayîkê kiriye û bi vî awayî pergala xwe heya roja meya îro aniye.”

‘Kuştina jinan polîtîk e’

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandina ser tundiya li ser jinê û wiha berdewam kir:“Kengê destê jinê ji kar û barên civakê hate kişandin civak ji aqil û hestê jinê bê par hate hiştin, wê demê civak ji cewherê wê hate derxistin. Gelek diyar e ku ew pergala hebuna jinê na pejirîne, lê ji bo bikare bîrdozî û hebuna xwe bide berdewamkirin herdem jin weke amureke sereke bi kar aniye. Lewra pergala şaristaniya koledar, feodal û pêngava herî dawî ya kapîtal di kirasên cuda cuda de jin kiriye amura bikaranîna pergala xwe. Lê ya bi êş ew e ku ji bo serxistina pergala xwe serî li hemu rê û rêbazên bêbextî, reşkujî, bê exlaqî û biçukxistina jinê daye û bi vî awayî hebuna xwe dide berdewamkirin. 5450 salin ev çerx wisan hatiye gerandin, her çiqasî bi qêrînek pir kêm jinê deng derxistibe û hebuna xwe xwestibe bide diyarkirin jî ji bo birîna vî dengî hemu kiryarên hovane hatine bikaranîn. Di bin navê ol, guneh, heskirina derewîn, zewac û namusê de serê seetê di nav mal, kolan û taxan de jin tên tacîzkirin, lêdan û kuştin. Di qada siyasî, aborî, parastin û civakê de cih ji jinê re nehatiye hiştin. Bi jinê re civak tê qetilkirin, kuştinên jinan polîtîk in. Ji bo jin carek din bi ser xwe de neyê axeke mirî li ser hatiye belavkirin. Lewra di roja me ya îro de jin û heta zarokên temenê 1 Salî ta 6,7salî tên tacizkirin. Di saziyên dewleta bê keramet de zarok û jin ji aliyê karmendên dewletê ve tên tacîz û tecawukirin, kuştin û şewitandin, dewlet dibe parêzvanên van kujer û tecawuzkaran.”

‘Wê sedsala 21’ an bibe sedsala şoreşa jinê ‘

Daxuyaniya Meclîsa Îştar bi van gotinan bi dawî bû: “Ev kiryarên ji rê derketî li her aliyê cihanê tên jiyîn. Bi avabuna Tevgera Azadiya Kurdistanê re ji fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan derbeya mezin li dilê pergala dijminê jinê hatiye xistin. Di rasteka ronahiyê paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de îro li Rojhilata Navîn û seranserî cîhanê jinên kurd pêşengiyê ji pergala hevjiyana azad ya jinê re dikin. Lewra em jî weke jinên wargeha Şehît Rustem Cudî bi pêngava “Ji bo guhertin û azadiye tu jî rabe ser piyan” li hemberî hemu cure tund û tijî, qirkirin û destavêtinên jinan em ê tekoşîneke radîqal bidin meşandin û her cure kiryarên li hemberî jinê şermezar dikin û em dibêjin wê sedsala 21’ an bibe sedsala şoreşa jinê û wê jin bi destwerdana li jiyan û civakê mirovahiyê bighîne azadiyê.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi duruşmên; “Biji Rêber Apo”, “Biji tekoşina jinê”, “Bimre desthilatdariya Baviksalari’, “Jin Jiyan Azadi” bi dawî bû.

Back to top button