Arşîv

‘Jin rengê jiyanê, bi zanebûn û fikira xwe dixemilînin’

ŞEHBA – Mamosteyên Efrînê yên ku tevlî perwerdeya birdozî bûbûn bi şahiyekê perwerdeya wan hat bidawîkirin. Mamosteyên ku tevlî perwerdeya birdozî bûn dan zanîn ku jin rengê jiyanê, her tim bi zanebûnê xwe dixemilînin û şopdarên heqîqetê ne.

Di 3’yê Tîrmehê de Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi boneya betlana dibistanan perwerdeyek bîrdozî a bi navê Şehîd Eylam Qendîl ji mamosteyên jin re vekir û nêzî 33 rojan domand. Perwerdeya ku hat destpêkirin bi şahiyekê bi dawî bû. Di şahiya ku hat lidarxistin de Endamên Kongreya Star, Meclîca Malbaten Şehîdan, Endam û Rêveberiyên (KPC-D) jî amade bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk(KPC-D) Berîtan Omer axivî û perwerde li hemû mamosteyan û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em mamosteyên Efrînê her dem bi pênûsa xwe rêka têkoşerên azadiyê bişopînin û daxwaza wan bi cîh tînin.”

Her wiha mamosteyên ku tevlî perwerdeyê bûne jî bi rêya şano, stran û helbestan hestên xwe anîn ziman. Têkildarî vê mijarê mamosteyên ku tevlî perwerdê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.

‘Em ê her tim şopdarên heqîqetê bin’

Mamoste Perwîn Silêman li ser girîngiya perwerdeyê axivî û wiha got: “Perwerde ji bo jiyana mirovan gelek girîng e,li ruxmî rewşa koçberiyê, zor û zehmetiyan me perwerdeyek bîrdozî dît û ev jî berxwedana me nîşan dide. Waneyên ku me dîtine li ser berxwedana jinê ya di dîrokê de û heta roja îro ne. Êm ê jî weke mamoste bi vîna jina kurd xwendekarên xwe perwerde bikin û şopdarên heqîqetê bin.”

‘Jin rengê jiyanê bi zanebûna xwe dixemilînin’

Mamoste Lîlav Henan jî li ser perwerdeyê axivî û wiha domand: “Li gor derfetên kêm me perwerdeya birdozî li Kantona Şehbayê dît ku em xwe bi rêxistin û bi pêş bixînin. Ji ber ku jin rengê jiyanê, bi zanebûnê xwe dixemilînin. Nêzî 43 mamoste tevlî perwerdeyê bûn û me dawiya perwerdeyê şahiyek li dar xist. Em ê hînbûnên xwe yên ku me ji perwerdeyê girtin bi civaka xwere parve bikin.”

‘Em ê li ser şopa pakrewanan berdewam bikin’

Mamoste Velentîne Ehmed jî hestên xwe anîn ziman û wiha dewam kir: “Em weke mamosteyên (KPC-D) derbasî perwerdeya birdozî bûn û nêzî mehekê perwerdeya me ya xweser berdewam kir. Vê perwerdê çareserkirina pirsgirêkên civakê bi awayekî demokratîk nîşanê me da. Em soz didin ku li ser şopa pakrewanên xwe bin.”

Back to top button