Arşîv

‘Dijmin yekîtiya gelan ji xwe re wekî talûke dibîne’

HESEKÊ – Hevseroka Bajarê Hesekê Civîn Remo rewşa ewlekariya bajêr nirxand. Civînê diyar kir ku teqînên ku li bajêr diqewimin bi armanca hedefgirtina yekîtiya gelan e û got:”Dijmin yekîtiya gelan ji xwe re wekî talûke dibîne. Loma divê em yekîtiya di navbera gelan de xurtir bikin.”

Hevseroka Bajarê Hesekê Civîn Remo derbarê rewşa ewlekariya bajarê Hesekê de axivî û got : “Bajarê Hesekê bi mozayika gelan tê naskirin. Kurd, Ereb, Ermen, Êzidî, Sûriyan û di destpêka şoreşê de Helebî, Dêrî, Şamî û Himsî jî xwe li Hesekê bi cih kirin. Ev pêkhate hemû di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi hezkirin û yekîtî tev digerin. Dijmin jî vê yekê ji bo berjewendiyên xwe wekî xetere dibîne. Loma dijmin bi riya teqînan êrîş dike.”

‘Ji bo ewlehiya gelê Hesekê, hêzên ewlehiyê dest bi operasyona tunekirina terorê kirin’

Civînê diyar kir ku hêzên ewlehiya bajêr dest bi operasyona tunekirina şaneyên razayî kirin û wiha axaftina xwe domand: “Di demên dawî de teqîn li bajarê Hesekê zêde bûn ji ber wê jî, li Şedadê ev operasyona hate destpêkirin û berya çend rojan jî li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê dewam kir. Di encama vê operasyonê bi sedan çeteyên Mîtê Tirk hatin girtin, di heman demê de çekên sivik û giran jî hatin bidestxistin.”

‘Divê gel bi hişyarî tev bigere’

Civînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Çeteyên DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de bi destê hêzên QSD,YPJ/YPG ‘ê bi dawî bû, lê wekî fikir hîn jî dewam dike û hewl didin di nava gel de xwe bi rêxistin bikin. Pêwistiya gel bi baldarî û hişyariyê heye, ku bi hêzên ewlehiya bajêr bibin alîkar û wan agahdar bikin.”

‘Em destûrê nadin ku DAÎŞ dîsa bi hêz bibe’

Civînê destnîşand kir ku dijmin dixwaze rê li demokrasiyê bigire û wiha got:” Piştî dewleta Tirk di riya çeteyên DAIŞ’ê de hat şikandin, îro eşkere dixwaze êrîşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Di heman demê de bi van gefan destek dide çeteyên girêdayî wê ku ji nû ve xwe bi rêxistin bikin. Îro girtina mîtê Tirk li Hesekê îsbate ku dewleta Tirk destekê dide terorê ku ji nû ve were birêxistinkirin. Em destûrê nadin ku DAÎŞ dîsa bi hêz bibe.”

‘Dijmin yekîtiya gelan ji xwe re wekî talûke dibîne’

Civînê bêdengiya dewletên Navneteweyî şermezar kir û got: “Ger dewleta Tirk êrîşî xaka me bike em ê bizanibin ku komelên mafê mirovan bi erkên xwe ranabin. Li dijî her gefan a girîng parastina yekîtiya gelan e. Dijmin yekîtiya gelan ji xwe re wekî talûke dibîne. Loma divê em yekîtiya di navbera gelan de xurtir bikin. Bajarê Hesekê bi mozayika gelan tê naskirin. Kurd, Ereb, Ermen, Êzidî, Sûriyan û di destpêka şoreşê de Helebî, Dêrî, Şamî û Himsî jî xwe li Hesekê bi cih kirin. Ev pêkhate hemû di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi hezkirin û yekîtî tev digerin. Dijmin jî vê yekê ji bo berjewendiyên xwe wekî xetere dibîne. Loma dijmin bi riya teqînan êrîş dike. Ez bang li hemû gelên li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê dikim ku hişyar bin.”

Back to top button